Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi sizayên Yekîtiya Ewropayê yên duh derketine û kesayetiyin rijêma Esed û yên girêdayî serokê rijêmê û yên nêzîkî wê armanc kirine, anî ziman.
û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyniya xwe de handan li ser berdewamiya fişaran li ser vê rijêma tawankar, û beşdariya di rawestandina asayîkirina tîkliyan pêre, û karkirina ji bo destpêkirina dadpirsîna wê li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku berdewamiya tawanên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê, û afrandina tirajîdiya mirovî ji bimilyonan Sûrî re, û berhemdan û hinartina keresteyên hişbir bo welatên cîhanê, dihêle ku pêwîst be civaka navdewletî bi awayekî cidî û vebir li ser bidawîkirina qeyranên ku vê rijêmê peyda kirine bixebite, di rêya pêkanîna veguheztina siyasî li gor biryara navdewletî 2254 û destpêkirina dadgehkirina rijêmê û sembolên wê re.
Hevbendiya Niştimanî beşdarî û helwêstên dubare yên ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve derketine bilind nirxandin, û daxwaza avêtina gavan ber bi cîbicîkirina biryarên navdewletî de kir.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji hemû dewletên ku dixwazin têkliyan li gel rijêma Esed normal bikin kir ku rawestin û biryarên xwe careke din di bin çavan re derbas bikin, ji ber ku vê rijêmê rêbaza xwe ya tawankarî neguhartiye, û çi gav ber bi pêvajoyeke siyasî ya li gorî daxwazên Sûriyan neavêtiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî