Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku berdewamî û nûbûna reftarên tawankarî yên rijêma Esed û binpêkirinên wê, diçespîne ku gavên hin dewletên erebî li hember vê rijêmê standine bêsûde ne, û bal kişand ser ku daxwiyaniya vê dawiyê ya Şahnişîna Urdinê derbarê çaresekirina qaçaxiya keresteyên hişbir bi destêwerdana leşkerî ya rasterast, nîşan e ku bawerî bi rêjêma Esed tune ye û hêvî pê nayên girêdan di pêkanîna pêşketinê di çi warî de be.
Û Rehmê got ku yê rijêma Esed berê û niha jî ji xwe re bikar tîne, rijêma Îranê ye, xwediya armancên berfirehkirina kontrolkirina xakê da ku projeyê xwe yê tarîxwaz yê meleyan li deverê temam bike, û danûstandina li gel vê metirsiyê divê di riya rûbirûbûna stratîciya perçekirina laşê vî pirojeyî û dorpêçkirina wî be, da nehêle ku hîn li dewletên erebî yên dîtir berfireh bibe.
Û got ku rijêma tawankar beşek ji pirojeyê rijêma melayan e, lewra her destpêşxeriyek ku li ser guhertina reftarên tawankarê cengê Beşar Esed an hewla dûrxistina wî ji Îranê ava be, windakirina demê ye, ji ber ku xapandinê dike, û danûstandinê bi sivkatiyeke diyar li gel birayên ereb dike, û di pêşwaziya wî ya vê dawiyê ji serokê rijêma Îranê re, yê ku li welêt geriyaye weku parêzgeheke bi ser îranê ve be, diyar bû.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser wê yekê ku rijêma Esed guh neda daxwazên Ereban ji bo rawestandina hinartina keresteyên hişbir ya ku bi serpereştiya dezgehên ewlekarî û milîs û çeteyên wê birêve diçe, û cext kir ku ti parçe-çare nikare kirîza keresteyên hişbir çareser bike, û çareserî tenê di riya rizgarbûna ji rijêma Esed ya tawankar re ye.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku hêzên şoreşa Sûrî piştgiriya her destpêşxeriyeke erebî an navdewletî dikin, eger bibe sedema pêşketina piroseya siyasî li gor biryara navdewletî 2254, û bal kişand ser ku rijêma Esed hewl dide ku li vê biryarê bizîvire, û sûdê ji xemsariya navdewletî di danûstandina bi binpêkirinên wê re dibîne.
Û Rehmê got ku niha Şahneşîna Urdunê yekem cihê ku keresteyên hişbir ên rijêma Esed diçinê ye, û divê bi awayekî cidî peywendiyên xwe bi rijêmê re careke din di bin çavan re derbas bike, ji ber rijêmê Urdun kiriye dergehek ji bo guhestina keresteyên hişbir û Kaptagonê ji deverên di bin kontirola rijêmê de ber bi dewletên Kendavê û yên cîhanê bi giştî.
Û berdewam kir û got: “Em daxwazê ji birayên Ereb dikin ku bi dosyaya Sûriyê re li gorî nirxandineke rast ji rewşa niha û salên bûrî re bidin û bistînin, û em tekeziyê li ser pêwîstiya cîbicîkirina daxwazên sûriyan dikin, yên dizanin ku Sûriya nikare bibe cihê aştî û aramiyê bi hebûna rijêma Esed, û ev rijêm sedema sereke ya qeyranên ku li Sûriyê û deverê peyda bûne ye, û dever tenê bi rûxandina rijêma Esed kare ber bi aramiyê ve biçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî