Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Cîgirê Serok Ebdilehad Istêfo, li gel Rêvebirê Ofîsa Rojhilata navîn di Yekîya Ewropî de Alessio Cappellani û Şandeyê Yekîtiya Ewropî bo Sûriyê Dan Stanescu civiyan, û pêşhatên siyasî yên navdewletî û herêmî yên têkildarî Sûriyê gotûbêj kirin.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji aliyên Ewropî re tekeszî li ser pêwîstiya pêşvebirina piroseya siyasî ya rasteqîn a hêvî û daxwazên gelê Sûriyê di azadî, dadmendî û dimûqrasiyê de pêk bîne kir.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinê de amaje bi wê yekê kir ku tekoşîna wan ji berê de û niha jî ji bo tevaya gelê Sûriyê ye, bê cudakirina li gor ol û nijad û nerînên pêkhatên welat.
Û Şanda Hevbendiyê li ser pêngavên normalkirina têkliyan bi rijêmê re axivî, û tekez kir ku ev yek dê moralê me Sûriyan kêm neke, lêbelê em ê şoreşa xwe berdewam bikin, heta bigihêjin armancên xwe yên rewa yên azadî û rûmetê.
Û Şanda Hevbendiyê rewşa mirovî ya dijwar li deverên rizgarkirî û pêwîstiya berdewamiya alîkariyan di riya sînoran re, û gihandina wan bi rêya deriyên di bin kontirola Hikûmeta Sûrî ya Demkî de wek Bab Elselame û Bab Elhewa, ne di rêya deriyên di bin kontrola rijêma Esed de re, yên ku wan ji bo piştgiriya milîsên xwe yên ku şerê gelê Sûriyê dikin bikar tîne, gotobêj kir.
Û bal kişand li ser wê yekê ku rijêma Esed kar ji bo wêrankirina Sûriyê dike, û teror û madeyên hişbir bi taybetî Captagon hinartine hemû welatên cîhanê.
Ji hêla xwe ve, aliyê Ewropî tekez kir ku Yekîtiya Ewropî dê li dijî asayîkirina têkliyan bi rijêmê re bimîne, heta ku bi awayekî rasteqîne û kartêker tevlî çareseriyeke siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 bibe.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ku li gor daxuyanî û helwêstên erênî yên derbarê redkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed ya tawankar re tev bigere, û gavên berçav bavêje bi rêya piştgirîkirina xebateke tevayî ya rijêmê bêhtir dûrî civaka navdewletî bixe, û kar li ser dadpirsîna wê li ser tawanên cengê yên li sûriyê bi dirêjiya 12 salên bûrî pêkanîne bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî