Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi helwesta Firansayê ya derbarê destpêkirina dadgekirina Beşar Esed li ser tawanên ku bi dirêjiya salên bûrî dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, anî ziman.
Û Elmislit pesnê neguhêriya helwesta pirensîpî ya Firansayê da, ya ku Wezîra Karûbarê Derve ya Firansayê Katrîn Kolona derbarê şerê li dijî tawanan aniye ziman, û tekezkirina wê li ser ku rizgarnebûna ji sizayan beşek ji nirxên diplomasiya Firansayê ye.
Û Elmislit cextî li ser giringiya berdewamiya helwestên Firansa û Yekîtiya Ewropî yên ku nûavakirinê û normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û hilanîna sizayan ji ser wê red dikin, eger veguhastina siyasî ya berfireh li welêt pêk neyê.
Û Elmislit daxwaza tevgereke navdewletî ya kartêker kir, ji bo dadpirsîna tawanbarên cengê li Sûriyê û di pêşî de Beşar Esed, her weha berdewamiya piştgiriya gelê Sûriyê û hêzên wî yên siyasî da ku derdeseriyên wî yên ji ber tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê bidawî bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî