Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa cext li ser wê yekê kir ku çi vîneke navdewletî ya rasteqîn nîne ji bo rawestandina qirkirina xelkê Xûta Şamê ya rojhilat tevî dijwariya bobelata wê.
Mistefa di çavpêketinekê de ligel ajansa “Anadol” bal kişand ku civaka navdewletî çi alav nînin, û hîç vîneke navdewletî nîne ji bo rawestandina qirkirina çend salan ya bi destê rijêma Esed dibe, û bal kişand ku xelkê sercem navçeyên Sûriyê di xirabtirîn rewşa mirovî de dijîn, û bobelat li ser hemû dezgehên ragihandinê hatiye diyarkirin û li pêşiya çavê cîhanê dibe û nemaze bobelata li Xûta rojhilat.
Mistefa bal kişand li ser giringiya raguhestina fayilên Rijêmê yên li ser tawanên wê yên mezin bo dadgeha tawanên navdewletî, û hêviya xwe anî ziman derbarê bicihkirina agirbestê li sercem navçeyên Sûriyê, ku hêjî Rijêm û hevalbendên xwe bi berdewamî bi binpêkirina agirbestê radibin.
Mistefa pêşbîniya wê yekê kir ku dibe tevgereke nerazîbûnê li Afrînê li dijî zordariya PYDê peyda bibe, ji ber ew xelkê wek mertalên zindî bikar tîne.
Mistefa bal kişand ku xelkê Afrînê wê vegerin navçeyên xwe û wê xelk bi rêka encûmenên xwecihî yên helbijartî rêveberiya xwe bikin, û got: em bi hêvî ne ku hikûmeta demkî li wê deverê jî aktîv be.
Mistefa hêvî kir ku girtiyên di girtîgehên rijêma Esed bên berdan, û da zanîn ku ev yek wê bibe belge li ser tawanên Rijêmê, û got: “ji ber vê yekê Rijêm ne amadeye wan serbest bike, û herwiha ne amadeye eşkence û kuştinê di girtîgehên xwe de rawestîne ji ber ku wê bibin dîdevan li ser tawanên wê”.
Serokê Hevbendiyê derbarê danustandinên Cenêv diyar kir ku heta niha tiştek nû peyda nebûye, lê em pabend in bi pêvajoya siyasî û diyalokê ligel rijdbûna me li ser mafê dijberiya Rijêmê û dagîrkariya li ser welatê me.
Û cext li ser pabendiya Hevbendiyê bi çareseriya siyasî kir, tevlî ku Rijêm û hevalbendên xwe yekalîkirina leşkerî bo xwe helbijartine, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku fişaran bêxe li ser Rijêmê ji bo beşdariya piroseya siyasî ya ku hercar ji danustandinan direve bi rêka zêdekirina karên leşkerî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî