Berevaniya Sivîl a Sûrî tekez kir ku êrîşên berdewam ên hêzên rijêma Esed û Rusya û hêzên ser bi wan ve li ser deverên Idlib û Helebê, jiyana sivîlan li deverên Sûriyê dixe bin gefê de, û nahêlin dever aram bibe, û dibin sedema koçberbûneke nû, û rê li ber karê cotkaran li zeviyan digire, û metirsiyê li ser pêşketina proseya xwendinê bi nêzîkbûna destpêka sala nû ya xwendinê re çêdike.
Û Berevaniya Sivîl anî ziman ku berdewamiya gurkirinê ji aliyê hêzên rijêmê û hevalbendên wê ve, dibe sedema tevgereke koçberbûna sivîlan ji çend deveran li gundewarê başûrê Idlibê da ji bombebaranê rizgar bibin.
Û da zanîn ku hejmara giştî ya êrîşan di çar rojên destpêkê yên heyva Îlonê de, zêdetir ji 65 êrîşan bû, û bûne sedema kuştina 9 sivîlan û birîndarbûna 27 sivîlan, birînên hinan ji wan giran bûn, li gel tirs û sawa di nav sivîlan de derket, ji ber berdewamiya bombardûmanê.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku tîmên wê ji destpêka sala 2023an heta roja yekşemê 27ê tebaxê, bersiva 491 êrîşên hêzên rijêmê, Rusya û milîsên ser bi wan ve dane, Û di van êrîşan de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 ji wan zarok û 5 jin bûn, û 225 kes birîndar bûn, 78 ji wan zarok û 32 jin bûn.
Û Berevaniya Sivîl tekez kir ku berdewamiya gurkirinê metirsiyê li ser jiyana zêdetir ji 4 milyon sivîlî li dever û kampên bakurê rojavayê Sûriyê çêdike, di penagehên wan yên dawîn de piştî bêtir ji 12 salan ji cenga rijêmê û Rusya ya ku jiyanê û bingehên wê li Sûriyê armanc dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî