Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hevxemiya xwe bi dewleta Mexrib ya bira, bi gel, şah û hikûmeta wê ve, re tîne ziman, û sersaxiyê ji gelê Mexribê yê bira û malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja wêranker re dixwaze, ew erdheja ku li hejmarek ji herêm û bajarên Mexribê daye, û bi sedan qurbanî û birîndar her wiha ziyanên madî yên mezin li pey xwe hiştine.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyên navdewletî ji Mexriba bira re dike, ji bo rûbirûbûna bandorên wêranker ên vê bobelatê, ji ber ku encamên erdhejê pir tirsnak in, û gelê Sûriyê di rewşa dijwar a erdhejê ya ku bandorên wê heyanî niha mane re derbas bûye.
Em sersaxiyê ji gelê Mexribê yê bira re dixwazin û hevxemiya xwe ji wan re diyar dikin, û dilovaniyê bo miriyên wan re, û saxlemiyê ji birîndaran re, ji xwedayê mezin dixwazin.
Em ê xweda ne, û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
09 îlon 2023