Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi navê Hevbendiyê û yê gelê Sûriyê, hevxemiya xwe pêşkêşî Serokwezîrê Lîbya D. Usame Seed Hemad û gelê Lîbya yê bira kir, derbarê qurbaniyên bahoza ku li bajarê Derna yê li Dewleta Lîbyayê daye.
Û Elmislit di nameyeke fermî de, dilgiraniya gelê Sûriyê derbarê ziyanên vê bobelatê anî ziman, û hevxemiya xwe ya tam li gel dewleta Lîbyayê nîşan da, û tekezî li ser rawestana li kêleka gelê Lîbya yê bira li hember bandorên wêranker ên vê bûyera cihê mixabîniyê kir.
Û Serokê Hevbendiyê hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir, û hêviya başbûnê ji birîndaran re kir, û saxlemî ji hemû birayên me yên Lîbyayê, bi taybetî li deverên ku ziyan li wan bûye, xwest. Û ji Xwedayê mezin hêvî kir ku xêr û xweşî û bextewariya berdewam ji dewleta Lîbyayê re bişîne, û gelê Lîbyayê yê bira û miletê ereb û yê misilman biparêze.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku dil û hestên gelê Sûriyê di rûbirûbûna vê bobelatê de bi gelê Lîbya û hikûmeta wê re ye, û hêvî kir ku Lîbya di zûtirîn dem de vê tengasiyê derbas bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî