Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, îro çarşemê, bi amadebûna endamên Desteya Serokatiyê, Emîndarê Giştî û Cîgirên Serok, erkên Serokatiyê radestî Serokê Nû Hadî Elbehra kirin, û hêviya serkeftinê bo pêkanîna armancên şoreşa Sûriyê di azadî û rûmet û rûxandina rijêma Esed kir.
Û Elbehra û tîma Desteya Serokatiyê ya nû, dosyayên meydanî û siyasî yên taybet bi dosyaya Sûriyê ên ku di hundirê Hevbendiyê de kar li ser dibe, wergirtin.
Û Elbehra tekezî li ser pêwîstiya avakirina li ser tiştên ku berê kar li ser bûye û amadekirina mafbirinên dahatî, û gihiştina asta qebareya qurbaniyên mezin yên ku gelê Sûriyê di 12 salên bûrî de pêşkêş kirine, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî