Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi navê Hevbendiyê û gelê Sûriyê, sersaxiya Wezîrê Karûbarê Derve yê Mexribê û yê Hevkariya Afrîkî û Mexribiyên li Derveyî Welêt yên li Qiralgeha Mexribê, û gelê Mexribê yê bira kir, derbarê qurbaniyên erdheja wêranker ya ku li gelek deverên Mexribê daye.
Û Elmislit di nameyeke fermî de dilgiraniya xwe ya kûr ji ber ziyanên vê bobelatê diyar kir, û hevxemiya tam ya gelê Sûriyê li gel Qiralgeha Mexribê ya bira anî ziman, û tekez kir ku gelê Sûriyê li kêleka gelê mexribê yê bira ye di rûbirûbûna bandorên wêranker ên vê bûyera metirsîdar de.
Û Elmislit sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest, û saxbûn lezgîn birîndaran re û selametî ji hemû birayên me yên Mexribî re, bi taybetî ên li deverên ku ziyan dîtine re xwest, û ji Xwedayê mezin hêvî kir ku xêr û xweşî û bextewariyê li Qiralgeha Mexribê ya bira û gelên Ereb û Îslamî bibarîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dil û hestên sûriyan bi gelê Mexribê û Hikûmeta wê re ye, di rûbirûbûna vê bobelatê de, û got: “Em hemû hêvîdar in ku Qiralgeha mexribê di zûtirîn dem de vê tengasiyê derbas bike.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî