Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan ya Hevbendiya Niştimanî, Fîras Mesrî, rapora karê Ofîsê yê herdû heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya xola normal ya hejmara 68an pêşkêş kir.
Û Hevrêzgarê Ofîsê bal kişand ser raporên karên ku di heyama dawî de temam kirine, ku hejmara wan sîh raporên têkildarî pirsa Sûriyê di warên siyasî, aborî, ewlehiya xwarinê, tenduristî û hêminyê û alîkariyên mirovî yên di riya sînor re de ne.
Û raporê di pêşniyarên xwe de amaje bi wê yekê kir ku divê dest ji mafên qurbaniyên gelê Sûriyê neyê berdan, û pêwîstiya pêşkêşkirina destpêşxeriyên sînaryoyên lêkolînkirî, zelal û ketwarî yên Karbin li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî bên cîbicîkirin.
Û raporê di pêşniyarên xwe de giringî da pêwîstiya pêkanîna peywendiyan li gel welatên Ereb û handana wan li ser normalnekirineke têkliyan bi rijêmê re, her weha li gel dewletên rojavayî yên normalkirina têkliyan bi rijêmê re erd dikin, û guhdana dosya mafnasî ya ku rijêmê di asta navdewletî de tuhmetbar dike.
Û raporê tekezî li ser pêwîstiya avakirina mîkanîzmayeke bêalî ji bo misogerkirina berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî di riya sînor re bo deverên rizgarkirî, û girîngiya lêvegera li rola bêalî ya Netewên Yekbûyî û saziyên wê kir. Her wiha daxwaza dûrketina ji awayê serederiya rijêma Esed û hevalbendên wê bi vê mijarê re û eşkerekirina kiryarên milîsên Îranê yên terorîst li Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî