Hevrêzkarê Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed, rapora karê Ofîsê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di xola wê ya 68an de pêşkêş kir.
Û raporê behsa erkên Ofîsa Civaka Sivîl, wek avakirina hevbeşiyan, avakirina nexşeya saziyên Sûrî, piştgiriya saziyên navxweyî, lidarxistina çalakiyên hevbeş, gihandina dengê saziyan, û destnîşankirina qebareya bandorê, axivî.
Û raporê bal kişand ser çalakiyên Ofîsê, û yên herî giring zincîra serdanên berhemdar bo hejmarek ji saziyên civaka sivîl, wek Platforma Saziyên Civaka Sivîl, Saziya Parêzer û Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan, Saziya Elriwad, Saziya Bunyan û Saziya Oranc, ku wek beşekî ji pilana saziyên civaka sivîl û stratîjiya giştî di Hevbendiya Niştimanî de tê.
Û raporê bal kişand ser pêşinyaz û temîniyên girêdayî komxebata karta tenduristî li Gazî Entabê ya di 18/8/2023an de, ya ku 15 saziyên Sûrî yên ku di warê tenduristiyê de li bakurê Sûriyê dixebitin lê amade bibûn, da stratejiya xebatê ya sektora tenduristiyê û siyasetên xebatê yên di vî warî de û temîniyên têkildarî aliyê Tirkî bêne pejirandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî