Ebdulrehman Mistefa Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaza berdewamiya vê guhdana navdewletî bi Sûriyê kir, tako çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were, û tekezî li ser cîbecîkirina bilez ji mîkanîzma navdewletî re ya hatibû pesendkirin kir, da tawankarên cengê diyar bike û bên dadgehkirin.
Birêz Mistefa dibîne ko kartêkerkirina vê mîkanîzmê û rawestandina tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û hêzên Rûsî û milîtanên Îranî pêk tînin, ewê kilîta çareseriyê be li Sûriyê, ji ber ku dadpirsîna tawankarên cengê rê li ber seqayeke baş vedike, tako veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were.
Û bal kişand ser ko hêj binpêkirin berdewam in, niştecih koçber dibin û cihên wan li herêmên corbicor li Sûriyê têne amackirin, hêj hêviyên miletê Sûrî di karîna civaka navdewletî de hene, ko karibe seqayeke guncaw bo amancên wan di azadî û rûmetê de misoger bike, û viyana navdewlewtî hêzdar bimîne ber bi lêpirsîna rêjîma Esed li ser tawankariyên cengê yên ko kirine, û dergeh li ber êrîşên asmanî yên dijî rljîmê vekirî bimîne, ji bo li bargehên leşkerî û bargehên milîtanên Îranî yên tiroristî bidin, û rê nedin careke din wan karên xwe yên kirêt bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ko ‘’Rûsya hêj piştgiriya Esed dike, û tawankariyan derheqê sivîlan pêk tine, û di karkirina bi serê xwe berdewam e, û ev tişt dijî biryarên Netewên yekgirtî ne, bê ko li encamên tawankariyên derheqê sivîlan bipirse, û ev yek aştî û ewlehiya navdewletî têk dibe’’.
Û tekezî li ser giringiya gihiştina çareseriyeke siyasî li ser bingeha damezirandina desteyeke desthilatdar ya veguhêz kir, û got ku misogerkirina vê veguhestinê wê aramî û vegera koçberan û têkbirina milîtanên mezhebperest û rêkxistinên tiroristî yên din dabîn bike.
Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinan bi pêvajoya pirosêsa siyasî li Cinêvê pabend e, û weha gotina xwe berdewam kir: ‘’ em sûr in li ser tiştê me dest pê kiriye li ser erêniya me bi Netewên Yekgirtî û şanderê wê re, ji bo hemû kêşeyan û ya sereke veguhastina siyasî gotûbêj bikin, tako derdeseriya miletê Sûrî bidawî bibe. ‘’
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî