Wek piştgiriyê ji tevgera gel û xwepêşandanên wî yên li devera başûrê Sûriyê re, ya ku ev zêdetir ji çil rojiî ye berdewam in, Encumena Niştimanî ya Kurd daxwaza mangirtineke piştgiriyê ji serhildana xelkê parêzgeha Siwêda li bajarê Qamişlo kir.
Û di metingê de endamin ji Desteya Serokatiyê ya Encumena Niştimanî ya Kurd û Emîndariya wê ya Giştî û serok û endamên encumenên xwecihî û saziyên jinan û ciwanan û kesayetên ji partiyên kurdî beşdar bûn.
Û Endamên Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd, Ekrem Husên, gotara Encumena Niştimanî ya Kurd bi herdu zimanên kurdî û erebî xwend, û têde tekezî li ser piştgiriya kurdan bi giştî û Encumen bi awayekî taybet ji xelkê parêzgeha Siwêda re diyar kir.
Her wiha Encumena Niştimanî ya Kurd tekez kir ku ev mangirtin wek pişgiriyê ji xelkê parêzgeha Siewêda re bo erêkirina daxwazên wan ên rewa di azadî û dadwerî û wekheviyê û avakirina Sûriya demoqrat bo tevaya xelkê wê hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî