Çalakvanan li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, mangirtineke nerazîbûn û hevkariyê li pêşiya baregeha Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li dar xistin, ji bo rawestandina bombebarana hovane ya ku rijêma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê û gundewarê Helebê pêk tînin.
Û di mangirtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Necîb Rehmon, û herdu endamên Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq û Mihemed Esed Elîto, her wiha hejmarek ji çalakvan û rojnamevan û mafnasan amade bûn.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq, daxwaza destwerdana bi awayekî bi lez û bê çi bend û merc ji Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê kir, ji bo rawestandina bombebarana li ser bajarê Idlibê, û hilgirtina berpisyariyê derbarê sivîlên ku rastî bombebarana rasterast bi çekên li ser asta navdewletî qedexekirî ne tên.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Esed Elîto tekez kir ku komkujî dermafê sivîlan li bakurê Sûriyê berdewam in, bêyî çi helwest an rêgirtin ji hêla civaka navdewletî ve hebe, û cextî li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî û tevaya dewletên xwedî bandor di dosya Sûriyê de berpisiyariyê derbarê rawestandina bombebarana dijî sivîlan hilgirin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî