Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, eşkere kir ku rijêma Esed bi kuştina 15051 kesî, di nav wan de 190 zarok û 94 jin bi sedema îşkencekirina di navendên girtinê de, ji Adara 2011an heta dîroka îro, tê tometbarkirin, û nêzîkî 136 hezar girtî yan windakiriyên kotekî hîn rastî îşkenceyê tên.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku îro Sêşemê derketiye de, got ku doza ku ji aliyê Holenda û Kenedayê ve li dijî rijêma Esed li pêş Dadgeha Dadweriya Navdewletî hatiye vekirin, gaveke cidî ye ber bi dadpirsînê ve.
Û Raporê tekez kir ku ji heyva adara 2011an heta tebaxa 2023an, herî kêm 14 hezar û 843 cezayên bidarvekirinê ji aliyê dadgeha leşkerî ya rijêma Esed ve hatin derxistin, di nav wan de 7 hezar û 872 kes hatine bidarvekirin, û hemû jî termên wan radestî malbatên wan nehatine kirin, û malbatên wan bi awayekî fermî bi bidarvekirina wan nehatine agahdarkirin.
Û raporê amaje bi wê yekê kir ku Saziyê nêzîkî 1250 zanyariyên miriyên ku bi kotekî di bin îşkenceyê de hatin kuştin, bi dest xwe ve anîne, û rijêmê hîn malbatên wan heta roja derketina raporê agahdar nekirine.
Û raporê bal kişand ser ku gelek cureyên îşkenceyê ji aliyê rijêmê ve di hundirê navendên wê yên binçavkirinê de tên bikaranîn, û asta tundiya wan curbicur e, û pêkanîna wê bi awayekî berfireh e, ta asta ku ti kesê binçavkirî ji van şêweyên işkenceyê rizgar nemaye, û amaje bi wê yekê kir ku rijêmê ne kêmtir ji 83 awayên îşkencekirinê di navendên girtinê yên bi ser wê ve de bikar anîne.
Û rapora mafnasî, ji Encumena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî xwest ku li gorî beşa heftan ji peymana Netewên Yekbûyî tev bigere, ji bo bidehhezaran girtî û windakiriyên bikotekî yên li bal rijêmê ji îşkenceya heya mirinê biparêzin, û kesên ku hîn zindî ne rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûr