Li çend rojên borî rêjeya binpêkirinên milîsên “PYD” ên terorîstî li dijî sivîl û koçberên li navçeyên di destê wê de ji kuştin û binçavkirin û eşkdncedananê zêdetir bûne, û dv yek bo hander ji bo ku Hrvbendiya Niştimanî bi tundî vê yekê şermezar bike, û tekez kir ku ev tawanên wê wek “kopiyekê” ji riftarên rijêmê yên tepeserkirinê re yên bi armanca tirsandin û girtina xelkê Sûriyê tên dîtin.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina sercem rengên piştgiriyê bo van milîsan bi awayekî tekûz û bilez kir, û di heman demê de xemsariya hin aliyên civaka navdewletî li hember gefên terorîstî ên van milîsan şermezar kir.
Hevbendiya Niştimanî di Daxuyaniyeke xwe de kiryarên revandin û tirsandinê yên milîsên “PYD” şermezar kirin, û tekezî li ser hevkarî û piştgiriya xwe kir ji xelk û koçberên Minbicê re yên girev li dijî van kiryaran kirin.
Hrvbendiya Niştimanî gotibû: ku “milsên “PYD” bi gulebarankirina dikanên beşdar di grevê de bersiva nerazîbûna xelkê da, ku ev yek kiryarên Rijêmê yên tepeserkirina xwepêşandanên cemawerî yên li destpêka şoreşê tîne bîra mirov”.
Hevbendiya Nişgimanî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku koçberên Afrînê yên vedigerin li ser mal û gund û bajarên xwe rûbirû heman tawan û riftarên kirêt ên milîsên “PYD” tên, û bal kişandibû ku hejmarek ji malbatan tevlî jin û zarokan bi destê wan hatine revandin û ber bi cihên nediyar ve hatine veguhestin, tevlî standina nasnameyên koçberên li kampên Helebê ji bo neçarkirina wan li ser mana di kampan de, û koçberekî Afrînî bi guleyên bi tewşî yên milîsên PYD’ê hat kuştin, dema koçberên Afrînê xwepêşandanek ji bo vegerê li dar xistibûn.
Di aliyek din yê daxuyaniyê de, Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya vegera bi sedhezaran koçberên ji navçeyên dibin destê van milîsan de li ser cih û war û bajar û gundên xwe û dabînkirina saxlemiya wan kir.
Têzanîn ku milîsên “PYD” li çend rojên borî hilmeteke girtin û revandinê li ser rêbendan û êrîşkirina li ser malên xelkê li gund û bajarên Minbic û Reqê û Dêrazorê bi rê ve dibin, ji bo revandin û girtina ciwanên wan navçeyan û tevlîkirina wan li nav hêzên xwe û tevlî çend kiryarên eşkencedan û binçavkirinê li dijî xelkê gundewarê Reqê û girtin û veguhestina wan bo cihên nediyar bi behane û tometên nerast.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî