Serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa, hedîtinek li gel şanderê Elmanî yên taybet bo Sûriyê Nîkolay Hîrman kir, û pevre tawankariyên rêjîma Esed derheqê sivîlan û bobelata koçkirina kotekî û plana karê hevbendiya niştimanî li herêmên rizgarkirî gotûbêj kirin.
Birêz Mistefa tekez kir ko gelek koçberên ko ji Reqa û Dêra zorê û Xûta û gundewarê Hums û Qelemon koçber bûne li bakurê Helebê hene, û destnîşan kir ko vê yekê gelek xelk li wir civandine.
Bêtir got ko koçberên kotekî piştgiriya ko tête xwestin nedîtine û di çadirên komelî de ne, û çi xizmet ji wan re nehatiye kirin, û hêvî kir ko destpêşxeriyeke mirovî ji bo wan nêzîk derbikeve, û di rêya desthilata demkî û encûmenên xwecihî re bigehêje wan.
Û bal kişand ser hebûna Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî bi rêya dezgehên wê yên cîbicîkirinê ko li ser hevwelatiyan sivik dike û xizmetan ji wan re pêşkêş dike û got: ‘’di plana karê me de em bizavê dikin ko em ji himêzadana gelî û alayên leşkerî nêzîk bin, û em çavdêriya wê yekser bikin. ‘’
Hevbendiya niştimanî tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê û piştgiriya pêvajoya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 kir, û diyar kir ko hevbendî herdem têkilî û hevrêzkariyê digel desteya danûstandinan ya Sûrî dike.
Serokê hevbendiyê di hevdîtina xwe de li ser du xalan axivî, ya yekem yasaya 10 bû, ya ko guherîna dîmugrafî cîbicî dike û nahêle penaber vegerin, û ya din serokatiya rêjîmê ji kongirê netewên yekgirtî re yê têkbirina çekên kîmawî û yên atomî re bû, ya ku Mistefa red û pirotesto kiribû, ji ber ew êşandin e ji wijdanê mirovîniyê re, û sivkatî ye bi qurbaniyên êrîşên Esed ên hovane li dijî sivîlan .
Hîrman tekezî li ser guhdana welatê xwe bi şopandina encamên yasaya 10 kir, û got ku ew yasa wê li yekîtiya ewropî û li dewletên endam di yekîtiyê de bi hemû aliyên wê ve bête gengeşekirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî