Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa got ku cihê mixabiniyê ye civaka navdewletî miletê Sûrî yê destvala li ber tawankariyên rêjîmê û Rûsya û Îranê bihêle, û bal kişand ser ko Emerîka heta bi alîkariyên mirovî jî ne tenê yên leşkerî rawestandine.
Û bêtir got ko Waşinton piştgirî bo herêmekê tenê hiştiye, ew jî rojhelatê Feratê ye, herêmên ko milîtanên PYD li wir bicih dibin, û destnîşan kir ko Emerîka biryarên navdewletî derbarê Sûriyê cîbicî nekirine, û derfet daye Îran û Rûsya.
Mistefa got ku fermanberiya Emerîkî herêma başûr bi destê rêjîmê û Rûsya ve berdaye, tako sînorê dagîrkerên Israîlî dabîn bike, bi mercê ko Îran ji herêmê vekişe û got: ‘’ xuyaye Emerîka dev ji meydanê berdaye û bo Rûsya hiştiye, herêma Der’a ji herêmên peymana navbera Emerîka û Rûsya û Urdinê ya kêmkirina şerî bû, lê Emerîka ji berî du heyvan xwe ji peymanê vekişandiye, û herêm bi tekûzî ji rêjîmê û Rûsya re berdaye.‘’
Û diyar kir ko bi sedema operasiyonên leşkerî bi sedhezaran xelk ji Dera û derdora wê koçber bûne, û bal kişand ser ko hêj xelk li ser sînorê Urdinê asê ne, bê av û xwarin. Û tekez kir ko bi sedema girtina Urdin ji sînor re bobelateke mirovî heye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî