Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî li Cerablusê bi Tevgera Niştîmanî ya Sûriyê re civiya

February 13, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Serokê Hevbendiya Niştimanî li Cerablusê bi Tevgera Niştîmanî ya Sûriyê re civiya

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, li gel tevgera siyasî ya li Sûriyê çalak e li mêvanxaneya wê ya li bajarê Cerablusê civiya, û tekezî li ser pêwîstiya tevgera siyasî û giringiya karê hevbeş ji bo gihandina dengê Sûriyan û zêdekirina guhdana navdewletî bi dosya Sûriyê kirin.

Şanda hevbendiyê ji van kesan pêk hat: Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdulmecîd Berekat, endamên Hevbendiyê: Ehmed Tu’ime, Cîhad Mar’î, Mihemed Elî Îsa, Ebdullah Gedo û Zuhêr Mihemed.

Û ji aliyê Tevgera Niştimanî ya Sûrî ve, serokê wê Xalid El-Micbil, sekreterê wê yê giştî Zekeriya Melahifcî û hejmarek ji endamên wê amade bûn.

El-Behra rêbaza xebata tevgerê bilind nirxand, û ew wek xwedan gotara rêkûpêk û pabend û handara li ser berdewamî û pêşketinê salix da, û tekezî li ser pêwîstiya yekgirtina Sûriyan û giringîdana mijarên hevbeş li şûna nakokiyên wêranker kir.

El-Behra got: “Di Sûriya paşerojê de divê ti aliyekî sûrî neyê dûrxistin, azadiya derbirînê, civîn û xwepêşandanên aştiyane garantîkirî bin.” wiha jî got: “Li Sûriyeya tê xwestin, di helmetên helbijartinan de, dê milmilane û rikberî di nav partiyên siyasî û siyasetmedarên serbixwe de hebe, bi riya rêklaman ji helmetên xwe yên bijartinê û planên aborî û siyasî yên her namzedekî re, di dawiyê de dê sindoqên dengdanê bibin alava pîvanê, kesê di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê Sûriyê li gor destûra wê birêve dibe, ne li gor baweriyên partiya ku ew yek jê ye.

El-Behra diyar kir ku rijêma Esed asteng e li pêşiya bidestxistina veguhestina demoqratîk, û hilweşîna wê weke pêwîstiyekê dît, lê wî tekez kir ku gihiştina vê yekê nayê wê wateyê ku şoreş gihişt armancên xwe, û amaje kir ku ezmûna wê paş re tê, ji ber ku ew di pêkanîna hêviyên Sûriyan û armancên şoreşê di azadî, dadmendî û demokrasiyê de ye.

El-Behra bal kişand ser girîngiya rola partiyan di civakê de ji bo belavkirina hişmendiya siyasî û beşdarbûna di avakirina lihevhatineke siyasî di nav Sûriyan de.

Di çarçoveya axaftina li ser herêmên rizgarkirî û astengiyên di riya pêşketina wan de, El-Behra diyar kir ku yek ji karên sereke yên Hevbendiya Niştimanî başkirina rewşa jiyana xelkê ye, bi riya gerandina çerxa aboriya xwecihî û bihêzkirina Hikûmeta demkî, û alîkirina wê bi peydakirina jêderên ku ji bo vê yekê pêwîst in, û amaje bi giringiya karê ku Sindoqa Qerzdanê ji bo piştgirîkirina pirojeyên cotkaran dike kir, bi riya dana deynekî ku digihêje pênc hezar dolarên Amerîkî, her weha piştgiriya ku tê pêşkêşkirin ji bo firotina nan bi buhayekî erzan, ji ber ku Sindoq kirîna genim fînanse dike û wê wek alîkarî dide Dezgeha Dexl û Dan a hikûmeta demkî, û avakirin û alavên kargeh û aşên ard û nanpêjgehên otomatîk fînanse dike.

El-Behra pêşhatên siyasî yên dosyaya Sûriyê ji kesên amade re şirove kirin, û bal kişand ser wê yekê ku guhertina helwestên navdewletî li hember Sûriyê bêyî guhertina ketwara Sûriyê pêk nayê.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat pesnê xebata Tevgera Niştîmanî da, û tekez kir ku “Tevgera siyasî ya rêxistinkirî û çarçovekirî bi awayekî giştî, gaveke girîng e û nirxeke zêde ji şoreşê û navçeyên rizgarkirî re ye “.

Berekat behsa metirsiya pirojeya Îranê li Sûriyê kir, û tekezî li ser ku rêjîma Esed berpirs e di ber anîna vê metirsiya ku li ser bingeha ramanên mezhebî ji bo pêkanîna armancên xwe ava bûye de kir.

Ji aliyê xwe ve Xalid El-Mucbil, Şêxê Eşîra Xeface yê ku serokê Tevgera Niştîmanî ye, wiha got: “Damezrandina tevgerê ji bo livandina ava rawestyayî herweha danûstandina bi civakê re û pêkanîna peywendî û hevahengiyê bi hêzên niştimanî yên Sûriyê û welatên cîran re ye.”

Sekreterê Tevgerê Zekeriya Melahifcî, bi berfirehî behsa tevgerê û pêkhateyên wê yên ku di nav wan de efser, leşker, sivîl, rûspiyên eşîran, akademîsyen, endezyar û parêzer hene kir, û behsa tevgerê û lêvegera wê, çalakî û rola wê kir. Û amaje bi wê yekê jî kir ku wê nêzîkî 2000 civîn bi xelkê re ji bo gengeşekirina mijarên curbecur pêk anîne, herwiha amaje bi hebûna endamên tevgerê li herêmên di bin kontrola rêjîma Esed de li Şam, Heleb, Laziqiye û Siwêdayê kir.

Di civînê de amadebûyan behsa kêşeyên li pêşiya Bakurê Sûriyê û bi taybetî kêşeyên aborî û rêxistinî kir, û pêwîstiya tijîkirina valahiyan û gihiştina nimûneyeke hevtemamker ji Sûriya paşerojê re ya ku gelê Sûriyê dixwaze diyar bike, û tekezî li ser pêwîstiya hevgirtinê di navbera gelê Sûriyê û hêzên şoreşger ên ku nûnertiya Sûriyê di civîn û platformên navdewletî de dikin kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: JarablusTevgera Niştîmanî ya Sûrî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Ebdulletîf: Rejîm wê herêmê mişt madeyên hişbir û hebên Captagon bike

Rehmê êrîşên li ser Refehê şermezar dike û daxwaza destwerdanê ji bo rawestandina wan dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.