Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê binpêkirin û karên tundutîjiyê yên milîsên “PYD” li dijî sivîlan şermezar dike û nemaze girtina jin û zarok li bajarê Reqayê di dema çend rojên borî de.
Ku xwenîşandan rastî guleyan hatin û beşdar rastî girtinê hatin, û herwiha jin rastî destdirêjiya û rûreşî û xerabkarîya devkî hatin û li ser sivîlan rewşeke tepeseriyê hat sepandin û dest bi girtina çalakvanan hat kirin, ku ev hemû beşek ji riftarên van milîsan bû yên kopîkirî ji hewldanên rejîma Esad ya zalim ji bo tirsandina xelkê Sûriyê.
Hevbendî dubare şermezarkirina van binpêkirinan û tawan û kiryarên revandin û windakirina bi zorê, û piştgiriya tam ji bo gelê xwe û ji bi bizava wê ya aştiyane li dijî van binpêkirinan û li dijî van milîsan piştrast dike.
Hevbendî bang li hemû aliyên civaka navnetewî dike ji bo şermezarkirina binpêkirinên ji aliyê van milîsan yên bi nav û pergalên cuda cuda dibin, û krîmînalîzekirina her cûre piştevanîya leşkerî û siyasî ya ji wan re dibe dike û daxwaza kar ji bo rawestandina piştgiriyê van milîsên terorîst dike, û her aliyekê piştgir berpirsyar dibîne li hember tawanên wan yên li dijî xelkê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
16 Tîrmeh 2018