Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra: Hevbendiya Niştimanî bi soza xwe ya berdewamkirina şoreşê ta serkeftinê pabend e

March 19, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
El-Behra: Hevbendiya Niştimanî bi soza xwe ya berdewamkirina şoreşê ta serkeftinê pabend e

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko gelê Sûryê di dana qurbaniyan û berevaniya di ber mafên xwe de ji bo bidestxistina azadiyê, tevî hemû karesat û bedelên giran û kirîzên aborî û zehmetiyên jiyanê berdewam ma, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi soza xwe ya berdewamkirina Şoreşê heta serkeftinê.

Ev gotin di axaftineke Serokê Hevbendiyê de duh Duşemê hatin, di ahenga ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve bi boneya 13emîn salvegera şoreşê li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê hat lidarxistin, tê de Serokwezîrê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa, wezîrên hikûmeta demkî, û serok, sekreter û hevrêzkarên saziyên Şoreşa Sûriyê û serkirdeyên feyleq û pêkhateyên leşkerî amade bûn.

El-Behra dupat kir ku Sûrî gihiştine xala ku veger jê tuneye, bi armanca avakirina welatê, dadwerî, azadî, demokrasiyê û dewleta ku yasa lê serwer be.

El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku tevaya dewletên cîhan tawanên şer û yên dijî mirovatiyê yên li dijî gelê Sûriyê tên kirin dibînin, û ew dikarin destê alîkariyê dirêjî Sûriyan bikin ji bo rizgarbûna ji vê rijêma kujer û jinûve avakirina Sûriyê li ser bingeha dadperwerî, demokrasî û welatîbûna  wekhev û serweriya yasayê, dûrî tundrewî, mezhebperestî û terorîstîyê, ji ber ku ev yek dibe alîkar ji bo bihêzkirina ewlehî, aramî û aştiyê li herêmê û cîhanê.

El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku hin welat hene li hember zalim û grûpa wî ne xwedî helwestên biryardar in, heye ku dixwestin reftarên wî buguherin, di encama fişarên derketina qeyranên cîhanî û herêmî de, û hinan ji wan jî di bin bandora giraniya qeyranên ku dibin gef li ser ewlehiya welatên wan de ne xwe dûr xistin, û hinan siyaseta birêvebirina encaman meşandin, li şûna roleke aktîv a ku rê li ber çareseriyeke domdar vedike bilîzin.

El-Behra diyar kir ku ev siyasetên şaş rastiya rewşa Sûriyê û îrade û daxwazên gelê wê li ber çavan negirtin, û nejî sînorek danî Ii pêşiya welatên ku ewlehî û seqmgêîriya herêmê têk didin, ji ber ku hemû welat dizanin ku hêvî û armanca Rejîma Îranê berfirehkirina hejmûna Farisan li herêmê bi hemû rê û rêbazan e, tevlî bikaranîna amûrên mezhebî yên cihê nefretê jî.

Al-Behra her wiha got: Hêzên Îranê û destekên wan ji bo têkbirina ewlehî, aramî û aştiyê li Iraq, Sûriye, Libnan û Yemenê, û destwerdana nerasterast bi awayên nerm li welatên din berbelav in, û tekez kir ku rejîma Îranê a ku awayê danûstandina xwe nerm dike bawerî pê nayê û got: “Dîrokê em hînkirine ku Rejîma Îranê ji bo pêkanîna projeya xwe ranaweste, û çendî welat zêdetir têkiliyan pê re dikin, li ser pêkanîna xwe rijdtir dibe.”

El-Behra diyar kir ku hin sedemên din ên şaşbûna siyasetên welatan piştrast dikin hene, ji ber ku mînakên bazdana ji çareseriyê pir in, di nav de Deraa ku rijêmê bi darê zorê ew vegerand bin desthilata xwe. Û hîn jî derdeseriya stemkarî tawanên rijêmê û kêmbûna xizmetguzariyan dikşîne, û ew kiriye korîdorek ji bo qaçaxkirina derman û jehran bo welatên cîran, û ewlekarî û aramî lê pêk nehat û xelkê wê li welatên din daxwaza penaberiyê dikin.

El-Behra daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî û kartêker kar bike ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ya rast û cihê baweriyê a ku daxwazên rewa yên gelê Sûriyê pêk bîne, serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekparçebûna axa Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 vegerîne, û şert û mercên pêwîst ji bo vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar a penaber û derbideran bo deverên wan peyda bike.

Herwiha tekez kir ku ti çareserî li Sûriyê çênabe bêyî azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa bi deh hezaran kesên bi darê zorê hatine wendakirin hene û heta niha rastî tundtirîn cureyên eşkencekirinê tên li navendên girtinê û zindanên Esed ê stemkar.

El-Behra spasiya hemû welatên ku hîna jî normalîzekirina bi rejîmê re red dikin kir, her weha welatên bira û dost ên ku koçber û penaberên Sûriyê wergirtine, û welatên ku alîkariya mirovî û hawarçûnê pêşkêşî awareyên Sûriyê kirine, bi taybetî. gelê Tirk û dewleta Tirk a ku herî zêde penaber pêşwazî kirine.

El-Behra tekez kir ku gelê Sûriyê hêja ye di bin siya dadmendî, ewlehî û azadîyê de bijî, li welatekî ku rûmeta wan diparêze, mafên wan garantî bike, û derfetê bide wan ku bigihêjin paşerojeke geş, û tekez kir ku pêşeroja geş a Sûriyê dê bi destê gelê wê pêk were.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Salvegera ŞoreşêSerê Kaniyê
ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Gerek meydanî li rojhilatê Firatê ji bo şopandina rewşê û naskirina kêşe û zehmetiyan

Gerek meydanî li rojhilatê Firatê ji bo şopandina rewşê û naskirina kêşe û zehmetiyan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.