Sekreterê Desteya Siyasî û Hevrêzkarê Girûpa Kar a Cezîre û Firatê di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdulbasit Ebdulletîf, gereke meydanî li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê li gundewarên Reqa û Hesekê di rojên Duşem û Sêşema borî de pêk anî.
Sekreter bi seredana dergehê bajarê Girê Spî dest pê kir, piştre serdana encumena xwecihî û dadgeha bajêr kir û bi berpirsan re civiya, bi wan re mekanîzma kar û rêyên biserxistinê ji bo baştirkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariyan li herêmê gotûbêj kir. Her wiha serdana navçeya Silûg li gundewarê Girê Spî kir û bi hejmarek çalakvanên sivîl û polîsên leşkerî re hevdîtin pêk anîn.
Roja duwem, sekreter seredana bajarê serê kaniyê kir û li gel encûmena xwecihî, desteya siyasî li bajarê Hesekê û çalakvaniyên sivîl û yên şoreşgerî civiya. Di hevdîtinê de pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya cîbicîkirina pirojeyan, nemaze kêmbûna avê û nebûna ard û kêmbûna nanpêjxaneyan û madeyên paqijiyê gotûbêj kirin.
Ebdulletîf behsa hewlên Hevbendiya Niştimanî yên bi rêya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî kir ji bo bihêzkirina desthilata dadweriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li navçeyên rizgarkirî, û handana li ser veberhênanê li wan deveran û peydakirina derfetên kar ji xelkên herêmê re da li ser xaka xwe bimînin û berê xwe nedin penaxwaziyê li welatin din.
Ebdulletîf tekez kir ku tawanên berdewam ên milîsên PYDê yên terorîst li dijî xelkê deverê, mîna tawanên rêjîma Esed in û herdû heman rêbazê bikar tînin, ew rêbaza ku gelê Sûriyê ew red kiriye û nema derfetê dide dubarebûna serdema zilm û setemkariyê.
Ebdulletîf şiroveyek derbarê pêşhatên proseya siyasî û hewlên desteya danustandinan a Sûrî ji bo bilindkirina asta giringîpêdana dosya Sûriyê di nav civaka navdewletî de, û aktîvkirina proseya siyasî ji bo pêkanîna veguhestina siyasî li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 pêşkêş kir.
Jêder: Ofîas Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî