Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ko gelê Sûryê di dana qurbaniyan û berevaniya di ber mafên xwe de ji bo bidestxistina azadiyê, tevî hemû karesat û bedelên giran û kirîzên aborî û zehmetiyên jiyanê berdewam ma, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi soza xwe ya berdewamkirina Şoreşê heta serkeftinê.
Ev gotin di axaftineke Serokê Hevbendiyê de duh Duşemê hatin, di ahenga ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve bi boneya 13emîn salvegera şoreşê li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê hat lidarxistin, tê de Serokwezîrê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa, wezîrên hikûmeta demkî, û serok, sekreter û hevrêzkarên saziyên Şoreşa Sûriyê û serkirdeyên feyleq û pêkhateyên leşkerî amade bûn.
El-Behra dupat kir ku Sûrî gihiştine xala ku veger jê tuneye, bi armanca avakirina welatê, dadwerî, azadî, demokrasiyê û dewleta ku yasa lê serwer be.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku tevaya dewletên cîhan tawanên şer û yên dijî mirovatiyê yên li dijî gelê Sûriyê tên kirin dibînin, û ew dikarin destê alîkariyê dirêjî Sûriyan bikin ji bo rizgarbûna ji vê rijêma kujer û jinûve avakirina Sûriyê li ser bingeha dadperwerî, demokrasî û welatîbûna wekhev û serweriya yasayê, dûrî tundrewî, mezhebperestî û terorîstîyê, ji ber ku ev yek dibe alîkar ji bo bihêzkirina ewlehî, aramî û aştiyê li herêmê û cîhanê.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku hin welat hene li hember zalim û grûpa wî ne xwedî helwestên biryardar in, heye ku dixwestin reftarên wî buguherin, di encama fişarên derketina qeyranên cîhanî û herêmî de, û hinan ji wan jî di bin bandora giraniya qeyranên ku dibin gef li ser ewlehiya welatên wan de ne xwe dûr xistin, û hinan siyaseta birêvebirina encaman meşandin, li şûna roleke aktîv a ku rê li ber çareseriyeke domdar vedike bilîzin.
El-Behra diyar kir ku ev siyasetên şaş rastiya rewşa Sûriyê û îrade û daxwazên gelê wê li ber çavan negirtin, û nejî sînorek danî Ii pêşiya welatên ku ewlehî û seqmgêîriya herêmê têk didin, ji ber ku hemû welat dizanin ku hêvî û armanca Rejîma Îranê berfirehkirina hejmûna Farisan li herêmê bi hemû rê û rêbazan e, tevlî bikaranîna amûrên mezhebî yên cihê nefretê jî.
Al-Behra her wiha got: Hêzên Îranê û destekên wan ji bo têkbirina ewlehî, aramî û aştiyê li Iraq, Sûriye, Libnan û Yemenê, û destwerdana nerasterast bi awayên nerm li welatên din berbelav in, û tekez kir ku rejîma Îranê a ku awayê danûstandina xwe nerm dike bawerî pê nayê û got: “Dîrokê em hînkirine ku Rejîma Îranê ji bo pêkanîna projeya xwe ranaweste, û çendî welat zêdetir têkiliyan pê re dikin, li ser pêkanîna xwe rijdtir dibe.”
El-Behra diyar kir ku hin sedemên din ên şaşbûna siyasetên welatan piştrast dikin hene, ji ber ku mînakên bazdana ji çareseriyê pir in, di nav de Deraa ku rijêmê bi darê zorê ew vegerand bin desthilata xwe. Û hîn jî derdeseriya stemkarî tawanên rijêmê û kêmbûna xizmetguzariyan dikşîne, û ew kiriye korîdorek ji bo qaçaxkirina derman û jehran bo welatên cîran, û ewlekarî û aramî lê pêk nehat û xelkê wê li welatên din daxwaza penaberiyê dikin.
El-Behra daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi awayekî cidî û kartêker kar bike ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ya rast û cihê baweriyê a ku daxwazên rewa yên gelê Sûriyê pêk bîne, serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekparçebûna axa Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 vegerîne, û şert û mercên pêwîst ji bo vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar a penaber û derbideran bo deverên wan peyda bike.
Herwiha tekez kir ku ti çareserî li Sûriyê çênabe bêyî azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa bi deh hezaran kesên bi darê zorê hatine wendakirin hene û heta niha rastî tundtirîn cureyên eşkencekirinê tên li navendên girtinê û zindanên Esed ê stemkar.
El-Behra spasiya hemû welatên ku hîna jî normalîzekirina bi rejîmê re red dikin kir, her weha welatên bira û dost ên ku koçber û penaberên Sûriyê wergirtine, û welatên ku alîkariya mirovî û hawarçûnê pêşkêşî awareyên Sûriyê kirine, bi taybetî. gelê Tirk û dewleta Tirk a ku herî zêde penaber pêşwazî kirine.
El-Behra tekez kir ku gelê Sûriyê hêja ye di bin siya dadmendî, ewlehî û azadîyê de bijî, li welatekî ku rûmeta wan diparêze, mafên wan garantî bike, û derfetê bide wan ku bigihêjin paşerojeke geş, û tekez kir ku pêşeroja geş a Sûriyê dê bi destê gelê wê pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî