Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, tekez kir ku vegera penaberan bi veguhestina siyasî û dabînkirina aramiyê ve têkildar e, û ev tişt hîn pêk nehatine, û hîn dûr in.
Camûs, di daxuyaniyekê de, bal kişand ku dezgehên ewlekariya rejîma Esed hêjî di girtina çalakvanên siyasî û îşkencedana siyasiyên binçavkirî bi awayên hovane heta mirinê berdewam in.
Û destnîşan kir ku rejîm û hêzên xwe êrîşî şoreşgeran û herêmên wan dikin, û wan herêmên ewle dikin dojeh, bi bombebarankirina herêman bi hejmarek mezin ji bombe û mûşekan bi rêya firokên xwe, û herwiha pirsyara çarenivîsa penaberan kir dema vegerin herêmên rijêmê.
Wî da zanîn ku divê pêvajoya vegerandina penaberan bi haydarî be, û di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de û li gorî qanûnên navnetewî be, û ne berovajî daxuyaniya Cinevê û biryara 2254 ya derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê be.
Camûs tekez kir ku ti rewşeke ewle tune ye, ji ber mana rejîma Esed û dezgehên wê yên hewalgeriyê û ewlekariya wê, û çekdarên Îranê yên terorîst, ku ev zêdetir ji heft salan e tewanên hovane dijî sivîlan pêk tînin.
Camûs gazî Netewên Yekbûyî û bi taybetî welatên dostên gelê Sûriyê kir, ji bo qebûlnekirina çi pêvajoya veguhestina penaberên Sûrî di van rewşan de, û got “rewş ne ewle ye, û cihê tirsê ye”, û tekezî li ser pêwîstiya parastina welatiyên sivîl û penaberan û serederiya li gor peymanên navnetewî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê