Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Bidawîbûna civînên gera 71emîn a Desteya Giştî li Efrînê

April 29, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Bidawîbûna civînên gera 71emîn a Desteya Giştî li Efrînê

Duh danê sibê, roja yekşemê, li encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê li gundewarê Helebê, civînên gera 71emîn a asayî ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hatin lidarxistin, ev civîn bi navê Gera Lîwa Mihemed Elfaris bûn, wek rêzgirtinê ji rola wî ya niştimanî û şoreşgerî re. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina Fatihê li ser giyanê Elfaris û şehîdên şoreşa Sûriyê dest pê kir.

Paşê, raporên li ser kar û xebatên Serok, cîgirên wî, sekreterê giştî, dezgeh, komîteyên kar, ofîs, nûneratîyên Hevbendiyê  û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hatin pêşkêşkirin, paş re Desteyê pêşhatên meydanî û siyasî û rewşa penaberên sûrî û binpêkirinên li dijî wan dibin bi taybetî li Libnanê gotûbêj kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, tekezî li ser giringiya guhertinên di sîstema raporên Emîndariya Giştî ya Hevbendiyê de yên ku mehane ji desteya siyasî re tên pêşkêşkirin kir, ji bo bihêzkirina zelaliya rêveberî û darayî, û amaje kir ku ev ezmûn dê li ser hemû saziyên girêdayî Hevbendiyê were bicîanîn ji bo bi heman şêweyî kar bikin û ev yek dê wan kartêkertir bike.

Amadebûyan behsa pêşhatên piroseya siyasî ya astengkirî ji ber redkirina rêjîma Esed ji beşdariya têde kirin, û rola Netewên Yekgirtî û nûnerê wê Geir Pedersen di aktîvkirina wê de û lidarxistina civîneke nû ya Komîteya Destûrî ya Sûriyê diyar kirin.

Amadebûyan bal kişandin ser kêşeyên mezin ên ku penaberên Sûrî rastî wan tên, û pêwîstiya avêtina gavên lezgîn derbarê pêşkêşkirina piştevaniya siyasî û yasayî ji bo dabînkirina parastina wan, û tekezî li ser giringiya hevkariya navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kirin. her Her wiha Endamên Desteya Giştî stratejiyên nû yên kartêkertir dema penaber tûşî qeyranan dibin gengeşe kirin, di nav de başkirina hevahengiya di navbera dezgehên xwecihî, herêmî û navdewletî de ji bo bihêzkirina bersivdayînê li hember qeyranên ku rûbirûyê wan dibin, û giringiya gotûbêjkirina planên stratejî yên demdirêj ji bo zêdekirina aramîya jiyana koçber, derbider û penaberan, û tekezî li ser giringiya şopandina berdewam û nûjenkirina planan ji bo bersivdana pêşketinên nû kirin.

Her weha çalakiyên ku ji aliyê nûnerên Hevbendiya Niştimanî ve li gelek welatan hatine lidarxistin hatin nirxandin.

Û civîngeran behsa çlakiyên Girûpên Kar ên Hevbendiyê kirin, û tekezî li ser giringiya gengeşeyên ku Girûpa Kar a Yasayê û Mafên mirovan pêk anîne û pêşinyarên ku amade kirine piştî vekolînkirina hejmarek ji yasayên ku tên cibicîkirin lê ne li gor rewşa niha ya deverên rizgarkirî ne, û êdî cîbicîkirina wan mafan naparêze û divê werin serrastkirin kirin, û tekezî li ser giringiya wan lêkolînên ku hejmarek ji akademisyan û yasanasan beşdarî tê de kirine kirin.

Amadebûyan pirsgirêka derxistina yasayan ji aliyê aliyên cuda ve li navçeyên rizgarkirî, ku rewşek aloz peyda kiriye, gotûbêj kirin, û dîtin ku pêwîstî bi çareseriya bilez heye, ji ber ku divê yasa ji aliyê aliyekî tenê ku nûneratiya desthilata yasadanînê li deverên rizgarkirî dike ve were derxistin. Û Komîteya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî bi hevkarîya ligel Girûpa Karê Yasayî û Mafên Mirovan pêşinyarin amade kirine ji bo civîna desteya giştî ya bê wan gotûbêjê bike.

Beşdaran bal kişandin ser xebatên ku ji aliyê Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl ve hatine lidarxistin, ku tê de kaxezên xebatê li ser pêşaniyên her yek ji beşên bingehîn ên herêmên rizgarkirî, bi taybetî beşên tenduristî, perwerde, çandinî û pîşesaziyê, hatin temamkirin.

Amadebûyan li rapora derbarê geşepêdana kar û çalakiyên Desteya Jinên Sûriyê, ya ku hejmarek ji civînên xebatê li eyaletên Riha û Gazîentabê yên Tirkiyê her weha li Ezaza Sûriyê li dar xistine, û dest bi pêşxistina planekê kirine ji bo vekirina ofîsên şaxan ku li gor hebûna hejmarên mezin ên jinên sûrî li wan deveran bin, huhdarî kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Desteya GiştîGera 71emîn
Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post

Daxuyaniya dumahî ya civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya 71. de

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.