Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, komkujiya li kampeke gundewarê Der’ayê li ser destê hêzên rijêma Esed û firokên Rûsiya şermezar kir, û tekez kir ku rijêm nikare dijberiya rêxistinên terorîst û terorîstan bike, ji ber ku ew bi xwe ” Sponseriya terorê dike û berpirs e di ber zêdebûn û belavbûna teroristiyê, di serî de rêxistina DAIŞ a terorîst”.
Hêjayê gotinê ye ku kampên koçberan li navçeya “Wadî Koye” û “Mi’riyê” duhî di nîva şevê de ji aliyê helîkopterên rijêma Esed bi bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, û ligor çalakvanan, bi dehan kes têde şehîd û birîndar ketin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji dewletên xwedan bandor yên Konseya Ewlekarîyê kir, ku bi berpirsyariyên xwe yên mirovî rabin, li hember van tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê li pêşberî raya giştî ya cîhanê û erzandîtina xwîn û jiyana welatiyên sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî