Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra ji rayedarên Ewropî re: Çareserkirina kirîza penaberan bi çareseriyeke siyasî ya berfireh ve girêdayî ye

May 30, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
El-Behra ji rayedarên Ewropî re: Çareserkirina kirîza penaberan bi çareseriyeke siyasî ya berfireh ve girêdayî ye

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Hadî El-Behra û şanda pê re li Bruksela paytexta Belcîka, bi şandeke Yekîtiya Ewropayê re ku ji Rêvebera Giştî ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Helena Le Gall, Rêveberê Dezgeha Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropî de, Alesso Cappelani, û cîgirê wî Sebastien Brabant pêk dihat civiyan, û ji aliyê  Hevbendiya Niştimanî ve endamên hevbendiyê Yehya Maktebî û Xuzama El-Afif ligel serok beşdar bûn.

Herdu aliyan pirsa penaberên sûrî li seranserê cîhanê bi taybetî li Libnanê gotûbêj kirin, ku El-Behra daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ku destêwerdanê bike û fişarê li hikûmeta Libnanê bike da ku binpêkirinên ku li dijî penaberên Sûriyê li Lubnanê tên kirin, bi taybetî girtiyên sûrî di zindana Rumiye de rawestîne, ji ber gefên rasterast li ser jiyana wan ji aliyê rêjîma Esed ve hene, û bi dehan tawanên xerab ji ber helwestên wan ên siyasî bi wan ve kirine.

El-Behra tekez kir ku kirîza penaberan bêyî cîbicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 bi awayekî vebir nayê çareserkirin û amaje bi wê yekê jî kir ku penaber û awareyên navçe û welatên curbicur dixwazin vegerin Sûriyê, lê ew li benda dabînkirina jîngeheke ewle ne, bi riya veguheztina siyasî û rakirina metirsiyên ewlekarî yên rijêmê re.

Di civînê de, El-Behra hişyarî da ku rêdana Rêjîma Esed ji bo astengkirina xebatên siyasî, nekirina fişareke rasteqîn li ser wê, û nebûna kiryarên cidî di çarçoveya berpirsiyarî û dadpirsînê de, serederiya bi zordarî û binpêkirinên wê yên berdewam re, sûdwergirtina ji rewşa bêcezakirinê di ber gelek tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dijî Sûriyê pêk anîne. Û wî tekez kir ku nebûna çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê ya têkildar, dibe sedema berdewamiya êş û azarên Sûriyê û zêdebûna kêşeyan û hejmara penaxwazan. Daxwazên bingehîn ên gelê Sûriyê mirovî, siyasî û destûrî ne û her çareseriyek ku van daxwazan paşguh bike nikare berdewam be.

Herdu aliyan rewşa jiyana xelkê û awareyên Sûriyê li navçeyên curbicur gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna rastiya rewşa mirovî ya dijwar kirin ji bo çavdêriya navdewletî li ser alîkariyên ku ji bo navçeyên di bin kontirola rêjîma Esed de têne şandin, bi taybetî bi amadebûna bi dehan raport û belgeyên ku nîşan didin ku rêjîm alîkariyan dide endamên milîsên ku di kuştina Sûriyan de beşdar in.

Her du alîyan behsa rewşa parêzgeha Siwêdayê kir, û gotin ku xwenîşandanên aştiyane yên ku li parêzgehê têne lidarxistin, nîşana sûrbûna Sûriyan li ser guhertinê û avakirina Sûriyeke demokratîk li ser bingehê dadwerî, yasa û pirrengiya siyasî ye, bi armanca avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev.

Herwiha berpirsên Ewropî tekezî li ser pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi piştgirîkirina piroseya siyasî li Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, û berdewamiya sizayan li ser rêjîma Esed, redkirina nûavakirinê û normalîzekirina têkiliyan bi rêjîmê re kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
El-Behra di hevdîtina xwe ya bi nûnerê Brîtanyayê re: Rewşa mirovî bi awayekî metirsîdar ber bi xirabûnê ve diçe

El-Behra di hevdîtina xwe ya bi nûnerê Brîtanyayê re: Rewşa mirovî bi awayekî metirsîdar ber bi xirabûnê ve diçe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.