Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Hadî El-Behra û şanda pê re li Bruksela paytexta Belcîka, bi şandeke Yekîtiya Ewropayê re ku ji Rêvebera Giştî ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Helena Le Gall, Rêveberê Dezgeha Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropî de, Alesso Cappelani, û cîgirê wî Sebastien Brabant pêk dihat civiyan, û ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve endamên hevbendiyê Yehya Maktebî û Xuzama El-Afif ligel serok beşdar bûn.
Herdu aliyan pirsa penaberên sûrî li seranserê cîhanê bi taybetî li Libnanê gotûbêj kirin, ku El-Behra daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ku destêwerdanê bike û fişarê li hikûmeta Libnanê bike da ku binpêkirinên ku li dijî penaberên Sûriyê li Lubnanê tên kirin, bi taybetî girtiyên sûrî di zindana Rumiye de rawestîne, ji ber gefên rasterast li ser jiyana wan ji aliyê rêjîma Esed ve hene, û bi dehan tawanên xerab ji ber helwestên wan ên siyasî bi wan ve kirine.
El-Behra tekez kir ku kirîza penaberan bêyî cîbicîkirina çareseriya siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 bi awayekî vebir nayê çareserkirin û amaje bi wê yekê jî kir ku penaber û awareyên navçe û welatên curbicur dixwazin vegerin Sûriyê, lê ew li benda dabînkirina jîngeheke ewle ne, bi riya veguheztina siyasî û rakirina metirsiyên ewlekarî yên rijêmê re.
Di civînê de, El-Behra hişyarî da ku rêdana Rêjîma Esed ji bo astengkirina xebatên siyasî, nekirina fişareke rasteqîn li ser wê, û nebûna kiryarên cidî di çarçoveya berpirsiyarî û dadpirsînê de, serederiya bi zordarî û binpêkirinên wê yên berdewam re, sûdwergirtina ji rewşa bêcezakirinê di ber gelek tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dijî Sûriyê pêk anîne. Û wî tekez kir ku nebûna çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê ya têkildar, dibe sedema berdewamiya êş û azarên Sûriyê û zêdebûna kêşeyan û hejmara penaxwazan. Daxwazên bingehîn ên gelê Sûriyê mirovî, siyasî û destûrî ne û her çareseriyek ku van daxwazan paşguh bike nikare berdewam be.
Herdu aliyan rewşa jiyana xelkê û awareyên Sûriyê li navçeyên curbicur gotûbêj kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna rastiya rewşa mirovî ya dijwar kirin ji bo çavdêriya navdewletî li ser alîkariyên ku ji bo navçeyên di bin kontirola rêjîma Esed de têne şandin, bi taybetî bi amadebûna bi dehan raport û belgeyên ku nîşan didin ku rêjîm alîkariyan dide endamên milîsên ku di kuştina Sûriyan de beşdar in.
Her du alîyan behsa rewşa parêzgeha Siwêdayê kir, û gotin ku xwenîşandanên aştiyane yên ku li parêzgehê têne lidarxistin, nîşana sûrbûna Sûriyan li ser guhertinê û avakirina Sûriyeke demokratîk li ser bingehê dadwerî, yasa û pirrengiya siyasî ye, bi armanca avakirina dewleta hemwelatîbûna wekhev.
Herwiha berpirsên Ewropî tekezî li ser pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi piştgirîkirina piroseya siyasî li Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, û berdewamiya sizayan li ser rêjîma Esed, redkirina nûavakirinê û normalîzekirina têkiliyan bi rêjîmê re kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî