Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî El-Behra û endama Hevbendiyê Xuzame El-Efîf li Brukselê (Belçîka) bi nûnera taybet ya Birîtaniya bo dosya Sûriyê Anne Snow re hevdîtin pêk anî. û bi wê re pêşhatên rewşa li hemû navçeyên Sûriyê û pêwîstiya pêşxistina pirosesa siyasî ji bo çareserkirina qeyranan gotşbêj kirin.
Di hevdîtinê de, El-Behra piştgiriya mirovî û siyasî ji aliyê Brîtanyayê ve ji bo gelê Sûriyê, bi taybetî ji bo piştgirîkirina pêvajoya perwerdeyê li herêmên rizgarkirî, bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina alîkariyên ku pêşkêşî gelê Sûriyê tê kirin kir, ji ber ku ew damara jiyanê ye ji bo bi milyonên sûriyan, û di heman demê de tekezî li ser karê hevbeş kir ji bo cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 (2015) bi awayekî kartêker ji bo bidawîkirina sekinîna prosesa siyasî ya ku dibe sedema berdewamiya azarên gelê Sûriyê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko hêzên şoreşê û opozisyonê yekdeng in derbarê giringiya ku divê civaka navdewletî asayîkirina têkiliyan bi rijîmî re red bike , her weha nûavakirin û vegera penaberan çênebin berî bidestveanîna pêşketinên berçav û bêveger di pirosesa siyasî de. Û gelê Sûriyê hîn jî tekezîyê li ser wê yekê dike ku armanc û daxwazên xwe yên ji bo dadperwerî, azadî û demokrasiyê bi dest xwe ve bînin. Û Xanim Xuzama tekez kir ku parêzgeha Siwêda îro bi xwenîşandanên xwe yên aştiyane yên rojane helwêsta hevbeş a Sûriyan di redkirina vê rejîmê de piştrast dike.
El-Behra hişyarî da derbarê ku rewşa mirovî li Sûriyê bi awayekî metirsîdar têk diçe, û ev yek tevaya cîhanê dixe ber berpirsiyariyeke mezin, nemaze di mijara cîbicîkirina sozên ku welatan di kongira Brûkselê de dane, û tekez kir ku kêmbûna guhdana navdewletî ji Dosyaya Sûriyê re û paşguhkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî bi giranî bûye sedema çêbûna qeyranên mirovî yên berfireh, û dê bibe sedema berdewamiya pêlên penaberiyê û êş û azarên sûrîyan, û çareserî tune ye bêyî vegera li koka pirsgirêkê û cîbicîkirinê çareseriya siyasî.
El-Behra bi nûnerê Brîtanî re li ser pirsa başkirina zû û pêwîstiya ku ew yek di berjewendiya Sûriyan de be, ne di berjewendiya rêjîmê û gendeliya wê de be, û pirojeyên wê bi awayekî rast bi zelalî û dadperwerî li hemû herêmên Sûriyê bên belavkirin, gotûbêj kirin.
Derbarê penaberên Sûrî yên li Libnanê, serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku mafê hikûmeta Libnanê tune ye ku xelkê dijî penaberan sor bike û li dijî wan derbikeve, ji ber ku ew hevkara sereke bû di afirandina pêlên penaberiyê de li Sûriyê, wek ku li Quseyrê pêk hat, ku ji aliyê yek ji pêkhateyên Libnanî yên bingehîn ve tê kontrolkirin, û ji ber vê yekê divê dewleta Libnanê berpirsyariyên xwe di ber vê rewşê de hilgire, û El-Behra bal kişand ser wê yekê ku hilweşîna aborî li Libnanê ji ber gendeliya darayî, îdarî û siyasî li Libnanê ye û ew hewildanên xistina wê têkçûnê di stuyê penaberên Sûrî de, da xelkê Libnanê ji koka qeyrana aborî dûr bixe, biser nakeve.
El-Behra tekezî li ser radestnekirin girtiyên di zindana Rûmîyê de li Libnanê kir, nemaze ew girtiyên siyasî ne û piraniya wan cudabûyên ji rêjîmê ne, û tawan xistine hustê wan de, û vegerandina wan bo rêjîmê tawanek e eger pêk were dê hikûmeta Libnanê di ber de berpirsyar be. Û Serokê Hevbendiyê tekezî li ser wê yekê kir ku Sûriya ji bo vegera penaberan ne ewle ye û berpirsiyariya parastina wan li ser milê hikûmetên welatên mêvandar e, û vegera wan a ewle, bi rûmet, bi dilxwazî , girêdayî bi destxistina pêşketinên rasteqîn di proseya siyasî û cîbicîkirina biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlekariyê de ye.
Ji aliyê xwe ve, Xanim Snow tekez kir ku welatê wê pabend e bi berdewamiya piştevaniya Sûriyan, dijî asayîkirina peywendiyan bi rêjîmê re ye, û di wê baweriyê de ye ku çareseriya siyasî li gor biryara 2254 encûmena ewlehiyê tekane rê ya bidawîkirina qeyranan li Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî