Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Der barê “hilbijartinên” şaredariyên rojhilatê Firatê

June 1, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A

 Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî Sûrî, nerewabûn û metirsîdabûna rêkar, biryar û yasayên ku li pey hev ji aliyê saziya bi navê Rêveberiya Xweser, ya girêdayî dezgeha ku navê Hêzên Sûriya Demokrat li xwe dike û hêzên ewlekarî yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, ya di rastiya xwe de girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ye, ku wek rêxistineke terrorist tê dîtin li gor lîsteyên Amerîkayê, Brîtanya, Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Awustralya, Kanada û hejmarek ji dewletên Ereban, pişt rast dike. Nemaze ew rêkara ku navê “Yasaya Dabeşkirina Rêveberî” li bakur-rojhilatê Sûriyê, ya dibêje ku ew bi ser “Girêbesta Civakî” ve ye, û piştî wê jî ragihandina lidarstina “hilbijartinên şaredariyan” di 11/06/2024  de, wek hewildanekê ji bo rewakirin û çesipandina wan dabeşkirinên rêveberî û şaredarî yên nû û rêkara ku navê Peymana Civakî lê dike. Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser giringiya pabendbûna civaka navdewletî bi serxwebûn û yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê ve û serweriya wê li ser tevaya cografya wê dike.

Li gorî Peymana Netewên Yekbûyî û prensîbên wê û redkirina her tedbîrên ku projeyên parçekirin ​​û cudaxwaziyê xurt dikin, ji kîja alî ve be, û tekez dike ku her peymanek civakî an destûrek divê li ser bingeha beşdariya berfireh a tevaya Sûriyan ên hemû deverên wê were avakirin, bêyî ti dûrxistina xelkê li ser çi bingehê be, û nabe ku ew li gorî berjewendiyên hizbî û ne netewayetî bên danîn, û aliyê ku kare vê biryarê bide tenê gelê Sûriyê ye bi rêya rapirsîneke giştî ya azad û dadane û pak ku hemû gelê Sûrîyê tê de beşdar be, di rewşeke ewle û bêalî di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de, bi awayekî ku li gor pîvanên dasthilatdarî yên navdewletî yên herî bilind bin, ji aliyê zelalî û berpirsiyariyê de, û tevaya Sûrîyên ku mafê wan ê dengdanê heye, tevlê yên dervê welat jî dijîn, têde beşdar bin, li gor biryarên Encumena Ewlekariyê jimare 2254 (2015) û biryara 2118 (2013), di nav de Daxuyaniya Cinêvê(2012) be.

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, ew e yê ku dê biryara paşeroja Sûriyê bide, û mafê penaber, û derbider û koçberkiriyên kotekî jî heye ku wê paşerojê ava bikin. Û tekez dike ku hilbijartinên şaredariyan ên sexte, yên dibêjin ku dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên lidarxistin, nerewa ne, û hewldanek e ji bo têkbirina pêvajoya siyasî ya ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye piştgirîkirin, û armanc jê dûrketina ji biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî Sûriyê ye, û di bin siya hêzeke leşkerî û ewlekarî de tê kirin, li gor raportên rêxistinên mafên mirovan piştrast kirine ku “Endamên asayîşê yên bi ser Rêvebirîya Xweser ve, ya girêdayî Hêzên Sûrîya Demokrat a bi ser Partîya Karkerên Kurdistanê ya terorîst ve ye, gefan li sivîlan dixwin da wan neçarê beşdarbûna di hilbijartinên ku tên lidarxistin de bikin, û mafê wan ê azadiya derbirînê yê ku di Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan de hatiye diyarkirin talan dike, di bin gefa dûrxistina wan ji karên wan, astengkirina debara jiyana wan. Her weha  em tekez dikin ku piraniya Sûriyên ji herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, li welatên derdora Sûriyê û Ewropayê dijîn, û yên ku li Sûriyê dijîn piranîya wan ji çîna hejar in, û raportên rêxistinên mafên mirovan diyar kirine ku dezgehên ewlekarî yên girêdayî saziya bi navê “Hêzên Sûriya Demokrat” gef li wan xwarine daku wan neçar bikin ku di wan hilbijartinan de beşdar bibin. Her wiha hemû aliyên siyasî yên li wê herêmê dûrî dana biryarê xistine. Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziyê li daxuyaniya rojnamevanî ya ku di 31.05.2024ê de ji aliyê Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve, Vedant Patel, derbarê hilbijartinên nerewa li bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye dan dike, û bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê dike, ku rêkarên tundtir ji bo nehiştina lidarxistina wan bistîne, û gef û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê hêzên bi navê “Hêzên Sûriya Demokrat” yên girêdayî Rêvebiriyê Xweser”  li dijî gelên herêmê ji bo neçarkirina wan li ser beşdarîya di hilbijartinên nerewa de rawestîne. Ji ber ku ew dê bibe sedema astengkirina hewldanên navdewletî ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî li gor biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, û têkdana aştiya sivîl û ewlehî û aramiya herêmê.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî spasiya bangên berfireh ên aliyên siyasî û civakî yên niştimanperwer yên Sûrî dike, ên daxwaza baykotkirina van hilbijartinan dikin, û hemû tedbîrên ne yasayî yên beriya wan ên bi navê “Girêbesta Civakî”, “Yasaya Dabeşkirina Rêveberî”. “Serjimar”ku encamên wê nenas in, Karsparteya Hilbijartinan û biryarên dîtir, red dikin.

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko ew vê pêngavê red dike û wê nerewa û dijî biryarên navdewletî yên girêdayî çareseriya siyasî li Sûriyê dibîne, ji ber metirsiya wê li ser yekîtiya xak û gelê Sûriyê, alozikirina wê ji çareseriya siyasî re û têkdana ji ewlehî û aramiya herêmê û aştiya sivîl re.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiya

01 hezîran 20

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
El-Behra beşdarîyê di pêncemîn konferansa giştî ya Encûmena Hoz û Eşîrên Sûriyê de dike

El-Behra beşdarîyê di pêncemîn konferansa giştî ya Encûmena Hoz û Eşîrên Sûriyê de dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.