Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, beşdarî di pêncemîn konferansa giştî ya Encûmena Hoz û Eşîrên Sûriyê de kirin, ku îro duşemê, li bajarokê Saco yê ser bi bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê ve hat lidarxistin bi sernavê: “Ber bi Sûriyeke azad û yekgirtî ve bê terror û stemkarî û tundrewî.”
Şanda Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat, Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehma û endamin desteya siyasî û desteya giştî pêk dihat, her weha serokê desteya danûstandinan ya Sûriyê Bedir Cemus û hejmarek ji endamên desteya danustandinan jî amade bûn, tevlê amadebûna hejmarek ji wezîrên hikûmeta demkî ya Sûriyê û Encumena Turkmenan bi nûneratiya serokê wê Feysel Cum’a, û hazirbûna nûnerên encûmenên xwecihî û federasyon û sendîkayan û hejmarek mezin ji rûspî û xuyayên civakê û kesayetiyên şoreşger.
El-Behra di gotarekê ku di konferansê pêşkêş kir de, tekezî li ser rola girîng û pêşeng a hoz û eşîrên Sûriyê di parastina yekrêziya civakî û berevaniya di ber yekbûna Sûriyê de bi xak û gelê wê ve kir û tekez kir ku bihêzkirina rola Encûmenê di berjewendiya şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê wê de ye, ji bo bidestxistina azadî û rûmetê û avakirina sîstemeke nû, azad û demokratîk ku rêzê li mirovan û azadî û rûmeta wan bigire.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku hewcedariya Sûriyê bi karînên hemû gel, sazî û rêxistinên wê heye, ji bo pêkanîna guhertina ku gelê me yê gewre ji bo wê dixebite, di dema hebûna astengiyan û berdewamiya êş û azarên gelê me ji encama Siyasetên navdewletî yên li ser gelek astan bi erkê xwe ranabin. Û tekez kir ku avakirina paşerojeke geş ji bo Sûriyê ji herêmên rizgarkirî dest pê dike û berpirsiyariyeke tevayî ye, ji bo pêşkêşkirina nimûneyeke havkariyê bi armanca serkeftinê li van deveran bi hêza zend û bend û pisporî û karînên Sûriyan bi xwe, ji ber ku zehmetî û astengî hewcedarî rûbirûbûnê ne, ne ku mirov ji wan bireve.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya guhertina ketwara Sûriyê kir, ji ber ku ew riya herî guncaw e ji bo pêkanîna guhertinekê di siyasetên welatên xwedan bandor de li seranserê cîhanê, da giringiyê bidin kêşeya Sûriyê û asta guhdana pê bilind bibe, da welat bêne handan li ser şopandina siyasetên kartêker ji bo bidestxistina çareseriya siyasî bi cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî û awayekî vebir.
El-Behra ji amadebûyan re diyar kir ku Hevbendî di civînên xwe yên bi nûnerên welatan re tekez dike ku cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 bi awayekî vebir rêya derketina ji kirîza Sûriyê ye, û ew dergeh e ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê û take nexşerê ye ji bo welat ber bi çareseriyeke domdar ve bibe û qeyranan çareser bike. Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî daxwazên gelê Sûriyê vediguhêze ku pêwîste çareserî were dîtin ji bo bidawîkirina aloziya siyasî û çûna ber bi cîbicîkirina rasteqîne ji biryarên navdewletî re li şûna mijûlbûna bi pirsa miletekî bi tevaya wî bi awayê rêvebirina krîzê ,ne ku bi rengekî ciddî mijûlî çareserkirina wê bibin.
El-Behra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî di civînên navdewletî de, tekezîyê li ser wê yekê dike ku cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 ne tenê di berjewendiya Sûriyê de ye, lêbelê ew di berjewendiya tevaya welatên herêmê û welatên cîhanê bi giştî de ye, ji berk u Rejîma Esed berpirs e di ber belavbûna metirsiya madeyên hişbir li welatên herêmê û beşekî ji belavbûna wê li cîhanê. Her weha berpirs e di ber belavkirina milîsên mezhebî û terorîstî û tevgera wan li ser sînoran û bihêzkirina wan li navçeyên di bin kontrola wan de, û ew sedema berdewamiya kirîza penaberên Sûriyê li seranserî cîhanê û astengkirina vegera wan e, ji bilî kirîzên mirovî yên hovane yên ku wî ji gelê Sûriyê re peyda kirine, û tekez kir ku çareseriya sereke ya van qeyranan girêdayî bi bidestxistina veguheztina siyasî li Sûriyê li gor biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2118 û ragihandina Cinêvê ye.
El-Behra di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku hewlên milîsên PYDê yên ser bi PKKya terrorist ve ya ji nû ve dabeşkirina navçe û şaredariyan li bakurê rojhilatê Firatê, û hewil dide dabeşkirinê rewa bike di riya lidarxistina hilbijartinên bi nav, ên ji aliyê piraniya xelkên wan navçeyan û aliyên siyasî yên li wê derê red dikin.
Di vê çarçoveyê de serokê Hevbendiyê hişyarî da li ser ku çi girêbestek civakî û destûrek hebe, divê berhema hemû Sûriyan be, bêyî dûrxistina li ser bingeha mezhebî, pêkhateyî û herêmî be, li ser asta niştimanî ya berfireh, bi temamî nayê qebûlkirin. yan jî li gor berjewendîyên hizbî yan jî yên niştimanî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di dawiya axaftina xwe de, tekezî li ser wê yekê kir ko Hevbendiya Niştimanî dê hemû hewl û îmkanên xwe bi kar bîne ji bo pêkanîna xwestekên rewa yên jin û mêrên Sûriyê, bi rêya çareseriyeke siyasî ya bawerîpêkirî ku serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekperçebûna xaka Sûriyê vegerîne. Li gor biryarên navdewletî, bi taybetî biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Ewlekariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Niştimanî ya ya Sûrî