Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra di salvegera îna “Zarokên Azadiyê” 2011an de got: “Divê dadmendî ji qurbaniyan û malbatên wan re were cîbicîkirin, û tawankaran bigihînin dadgehên navdewletî, ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî.”
El-Behra îro, duşembê, got ku rêjîma Esed roja Înê, sê sal berê, di rojeke wek îro de, bi guleyên rastî û kuştina komî rûbirûyê xwepêşanderên “Zarokên Azadiyê” bû, û bû sedema şehîdbûna nêzîkî 65 xwenîşanderên aştiyane yên daxwaza azadî û rûmetê li bajarê Hemayê dikirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko Rêjîma Esed berdewam e di zulm û binpêkirin û kuştinê de, û cîbicîkirina biryarên navdewletî bi taybet biryarên 2254 û 2118 tenê kare vê karesatê bidawî bîne.
Hêjayî gotinê ye ku di wê rojê de bi dehên hezaran kes li bajarê Hemayê xwenîşandan kirin, û siloganên daxwaza azadî û rûxandina rêjîmê, bi awayekî aştiyane û şaristanî bilind kirin, lê rêjîma Esed hovîtiyeke tund bikar anî û bi tundî û kuştinê rûbirûyê xwepêşanderan bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Niştimanî ya ya Sûriyê