Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra got ku rêjîma Esed bi dosya penaberan kesys ji civaka navdewletî anî, ji ber ku wê got ku ew dê rê bide vegera penaberan û jîngeheke aram ji wan re peyda bike, li hember bidawîkirina îzolasyona siyasî û sivikkirina sizayên aborî yên navdewletî ku li ser wê hatine sepandin, her weha destpêkirina bernameyên nûavakirinê lê bi navin din.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku rewşa li ser erdê berovajiyê sozên rêjîmê ye, û rêjîmê ev sozên xwe weke her car pêk neanîn, û hejmarek ji penaberên ku ji Libnan û Urdinê bi darê zorê hatine dersînorkirin, girtin û derbasbûna bi sedan jî wan jî qebûl nekir.
Bekûra amaje bi wê yekê kir ku ketwar niyeta rêjîma Esed û stratejiya ku ew dişopîne ji bo xapandina civaka navdewletî eşkere dike, civaka navdewletî ya ku hîn jî bi awayekî nerast bi dosyaya Sûriyê re mijûl dibe û bû sedema ku kirîza mirovî berdewam bike û çareseriyeke siyasî pêk neyê.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya mehane de, girtina 102 kesan bi awayek keyfî li ser destê rêjîma Esed belge kirine, di nav wan de 23 penaberên ku ji Libnan û Urdinê, di meha gulanê tenê de, vegeriyane. Û tekez kir ku rêjîm “penaberên ku bi zorê ji Libnanê hatin vegerandin digre.”
Di dema ku medyaya libnanî û erebî nûçe belav kirine, tê de diyar kirine ku rejîma Esed vegera bi sedan penaberên sûrî yên ku bi zorê ji Libnan û Urdunê hatine egerandin qebûl nekiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî