Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi boneya “ Roja Navnetewî ya Zarokên Bêguneh ên bûne qurbanên dijminkarîyê”, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku ji mafê zarokên Sûrîyê û hemû zarokên cîhanê ye ku di ewlehî û aramiyê de bijîn, ji ber ku hejmara zarokên Sûrî yên bûne qurbanî gihiştiye bi dehên hezaran di encama êrîşên ku rêjîma Esed di heyama sêzdeh salan de pêk anîne û tê de zarokên sûrî ji encama kuştin, girtin, koçberkirin û dorpêçkirinê derdê gelek êş û azaran kişandine, ji bilî bêparbûna wan ji mafê herî bingehîn yê jiyan, perwerde, tenduristî, xwarin û niştecîbûnê.
Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê, tekez kir ku berdewambûna bobelata gelê Sûriyê û bi taybetî ya zarokên Sûriyê, ji ber lawazbûna bersivdana mirovî û negihandina pêdiviyên pêwîst e ji bo sivikkirina barê encamên zêdetir ji deh sallan ji kirîzên mirovî, û ew rewş bi sedema astengkirina rêjîma Esed ji proseya siyasî û gihîştina çareseriyeke siyasî re pir zêdetir bûye.
Bêdengiya navdewletî li hember dosyaya Sûriyê û nebûna îradeya navdewletî ji bo çareserkirina kêşeya Sûriyê, dibe sedema kûrbûna qeyranên mirovî û peydakirina şert û mercên giran li ser milê Sûriyan, ku ev yek bandoreke trajîk li gelê Sûriyê û hîn bêhtir li zarokan dike. Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser pêwîstiya ku civaka navdewletî bilez bi erkê xwe rabe û berpirsiyariya xwe ji bo dîtina rêyekê ji çareseriya siyasî re hilgire, di riya cîbicîkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2254 (2015) û 2118 (2013), da ku gelê Sûriyê dest bi dermankirina birînên xwe bike û kar ji bo çareserkirina encamên qeyranên kombûyî bike ji bo gihîştina paşerojeke geş ji Sûriyê bi giştî û zarokan bi taybetî re, di rewşek ewle û bi aştî û edalet de, li ser bingeha demokrasî, azadî, jiyana bi rûmet û hemwelatîbûna wekhev.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiya
04 hezîran 2024