Ji aliyê hêzên Esed bi tundî û giranî gundewarên başûr ên Idlibê li roja pêncşemê hatin bombebarankirin, û bû sedema kuştina kesekî û birîndarbûna çend kesên din, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê cext kir li ser pêdiviya nedîtina behaneyan ji bo rejîmê li ser berdewamiya pêkanîna tawanan li dijî sivîlan.
Çalakvanan diyar kir ku bajarokên “Elbraisa û Eltih û Xwîn û Eltmanah” li gundewarê başûrê parêzgehê bi rokêt û topan bi giranî hatin armanckirin.
Herwiha bajarokê “Eltmanah” jî rastî bbombebarana hewayî ji aliyê firokeyên rejîmê hat, ku di encamê de navenda bergiriya sivîl ji kar ket, li gel peydabûna pêleke koçberiya mezin li navçeyê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Abdul Rahman Mistefa tekez kir ku “her hewldanek ji bo pêşkêşkirina hincetan yan dana ronahiya kesk yên rê ji bo zêdegavî û êrîşan li dijî Idlibê vedikin, nayê qebûlkirin.”
Mistefa tekezî li ser rola erênî ya Tirkiyê kir ji bo rêgirtina li hemberî her êrîşeke leşkerî li ser Idlibê, û got: “Em hewldanên dewleta Tirkiyê yên ji bo rêgirtina li hemberî her zêdegaviyekê û parastina ewlehiya sivîlan bi bilindî dinerxînin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê