Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result

Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Pêlên nû yên derbiderbûna sivîlan di encama gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed û piştgirên wê

November 1, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Pêlên nû yên derbiderbûna sivîlan di encama gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed û piştgirên wê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra tekez kir ko Rêjîm û piştgirên wê mal, zevî û avahiyên sivîlan bi bombebarankirina tund amanc dikin, ku ev yek rijdiya  wê diyar dike li ser zêdekirina aloziyê û çêkirina metirsiyê li ser jiyana bi sed hezarên sivîlan li Heleb û Idlibê û peydakirina pêlên nû yên derbideriyê.

El-Behra bal kişand ser ko berdewamiya rêjîma Esed û piştgirên wê di pêkanîna tawanên cengê de û serederiya wê ya zordarî û terorîstî li dijî sivîlan, ji giringtirîn sedemên pêlên penaberiyê û koçberkirina zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê ne.

El-Behra dûpat kir ku Sûriya ji bo vegera bi dilxwazî a penaberan ne ewle ye, û ew ê ne ewle bimîne eger civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilnegire, bi riya aktîvkirina mekanîzmayên dadpirsînê û standina tedbîrên cidî ji bo rawestandina berdewamiya tawanên ku bandoreke mezin li jiyana xelkê sivîl û ewlehiya herêmê dikin û aloziya mirovî ya ku bi salan e Sûriye tê de dijî girantir dike.

Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê ya Sûrî, got ku koçberbûna sivîlan ji gund û bajarokên ku nêzîkî hêlên şer in dîsa dest pê kir, piştî ku çend rojan rawestiyabû û hejmarek ji malbatan vegeriyabûn deverên xwe.

Hevrêzkarên Bersivdanê bal kişandin ser wê yekê ku tevgera nû ya derbideriyê di encama berdewamiya tundiya leşkerî û zêdekirina armanckirina taxên nişteciyan û zeviyên çandiniyê li herêmê peyda bûye, û anî ziman ku sivîl ber bi gund û bajarok û kampên hinrkî ewle û dûrî şer û operasyonên leşkerî çûne.

Hevrêzkarên Bersivdanê diyar kirin ku herêmên ku koçberî lê çêbûye herêmên gundewarê Helebê yê rojava û gundewarê Idlibê yê rojhilat û başûr in, li zêdetirî 37 gund û bajarokan, û li gorî hejmara destpêkê ya koçberan, hejmara ku ji herêmê di nava 48 saetan de derketiye zêdetirî 1,843 kesan e, zarok û jin ji sedî 81ê tevahiya mirovên derbider bûne ne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Bombebarana bêserûberpêlên derbideriyê
Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Komxebatek ji bo lêkolînkirina bandora şerên li Rojhilata Navîn li ser dosyaya Sûriyê

Komxebatek ji bo lêkolînkirina bandora şerên li Rojhilata Navîn li ser dosyaya Sûriyê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.