Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra tekez kir ko Rêjîm û piştgirên wê mal, zevî û avahiyên sivîlan bi bombebarankirina tund amanc dikin, ku ev yek rijdiya wê diyar dike li ser zêdekirina aloziyê û çêkirina metirsiyê li ser jiyana bi sed hezarên sivîlan li Heleb û Idlibê û peydakirina pêlên nû yên derbideriyê.
El-Behra bal kişand ser ko berdewamiya rêjîma Esed û piştgirên wê di pêkanîna tawanên cengê de û serederiya wê ya zordarî û terorîstî li dijî sivîlan, ji giringtirîn sedemên pêlên penaberiyê û koçberkirina zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê ne.
El-Behra dûpat kir ku Sûriya ji bo vegera bi dilxwazî a penaberan ne ewle ye, û ew ê ne ewle bimîne eger civaka navdewletî berpirsiyariyên xwe hilnegire, bi riya aktîvkirina mekanîzmayên dadpirsînê û standina tedbîrên cidî ji bo rawestandina berdewamiya tawanên ku bandoreke mezin li jiyana xelkê sivîl û ewlehiya herêmê dikin û aloziya mirovî ya ku bi salan e Sûriye tê de dijî girantir dike.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê ya Sûrî, got ku koçberbûna sivîlan ji gund û bajarokên ku nêzîkî hêlên şer in dîsa dest pê kir, piştî ku çend rojan rawestiyabû û hejmarek ji malbatan vegeriyabûn deverên xwe.
Hevrêzkarên Bersivdanê bal kişandin ser wê yekê ku tevgera nû ya derbideriyê di encama berdewamiya tundiya leşkerî û zêdekirina armanckirina taxên nişteciyan û zeviyên çandiniyê li herêmê peyda bûye, û anî ziman ku sivîl ber bi gund û bajarok û kampên hinrkî ewle û dûrî şer û operasyonên leşkerî çûne.
Hevrêzkarên Bersivdanê diyar kirin ku herêmên ku koçberî lê çêbûye herêmên gundewarê Helebê yê rojava û gundewarê Idlibê yê rojhilat û başûr in, li zêdetirî 37 gund û bajarokan, û li gorî hejmara destpêkê ya koçberan, hejmara ku ji herêmê di nava 48 saetan de derketiye zêdetirî 1,843 kesan e, zarok û jin ji sedî 81ê tevahiya mirovên derbider bûne ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî