Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwaz ji civaka navnetewî kir ku bizaveke lezgîn ji bo rizgarkirina sivîlên li kampa El-Rikban bike, û fişarên rasterast li ser rejîma Esed bisepîne ji bo rakirina dorpêçê ji ser kampê, û rê bête dayîn bo derbasbûna karwanên alîkariyan bêyî çi mercan.
Hevbendiya Niştimanî roja înê di daxuyaniyekê de bal kişand ser ku rewşa li kampa El-Rikban ya koçberên Sûrî li nêzîkî sînorê Sûrî-Urdunê li parêzgeha Himsê ber bi xerabiyê ve diçe, û rewşa nêzîkî 70 hezar koçberên Sûrî li kampê ber bi rewşeke trajîdî ve diçe, di bin dorpêçkirineke dijwar de ye ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê her ji heyva hezîrana borî ve.
Daxuyaniyê bal kişand ser zêdebûna hejmara mirinê di nava kampê de ji ber wan baredoxan, û got ku “mirina zarokan dest bi zêdebûnê kiriye, piştî ku girtina dergehên rêxistinên navnetewî yên hawarhatinê û berdewamiya astengiyan û destdanîna li ser derman û xwarinê ji aliyê rêbendên hêzên rejîmê ve”, û diyar kir ku ev yek bûye sedema kêmbûna derman û kelûpelên pizîşkî û zêdebarî kêmbûna stokên xwarinê di nav de ard û şîrê zarokan.
Hevbendiya Niştimanî pêwîstiya zarokên kampê ji bo hawarhatinê tekez kir û got ku pêwîstiya wan bi rizgarkirina “ji projeya birçîbûnê ya ku ji aliyê rejîmê li dijî zarokan û kesukarên wan tê pêkanîn” heye, bi taybetî jî ku pêwîstiya gelek doxên nexweşiyê bi çavdêriya saxlemî û ya taybetmend yan jî bi niştergeriya bilez heye.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji civaka navnetewî daxwaza bizaveke lezgîn kir ji bo rizgarkirina koçberên kampa El-Rikban û misogerkirina çavdêriya saxlemî bi awayekî berdewam û hertimî, her weha daxwaza bikaranîna fişarên rasterast li ser rejîmê kir, ji bo rakirina dorpêçkirina li ser kampê û gihandina alîkariyan bêyî çi mercan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî