Serokê desteya niştimanî ya karûbarên girtî û windayan Yasir Elferhan dibîne ko tekera dadgehkirina tawankarên rêjîma Esed ji Firensa destpê kir, bi derkirina bîrdozên girtina sê tawankarên mezin yên rêjîma Esed û berpirsiyariyên ewlekariya wê.
Rojnameya Lomond ya Firensî evro duşembê diyar kir ko dadweriya Firensî bîrdozeke girtinê derheqê sê berpirsiyarên mezin yên ewlekariya rêjîmê derxistiye, ew jî ev in: Lîwa Elî Memlûk fermanberê ewlehiya netewî, Cemîl Elhesen fermanberê birêveberiya ewlehiya asmanî û Ebdulselam Mehmûd serokê şaxê vekolînê yê ewlehiya asmanî.
Rojnameyê got ku bîrdoza girtinê ya ko dadweriya Firensî derheqê Memlûk û du efserên din derxist, bi sedema tawanên taybet bo Memlûk, ko tawankariyên li dijî mirovaniyê û tawankariyên cengê kirine li gora dozdarekê dadweriya firensî ku ji sala 2016an ve têde vekolînê dike, û derbarê kêşeya veşartina bi kotekî ya ko gihaye hin Sûriyên regeziya firensî bi wan re heye, ji wan jî Mazin Debax û kurê wî Patrîk yên ko bi sedema piştgiriya xwepêşindanan hatine girtin û ji hêla Ebdulselam Mehmûd ve serokê şaxê vekolîna ewlehiya asmanî rastî işkenceyê bûn, yê ko dest danî ser mala wî li Mezê û hêjî di xaniyê wî de ye li gor hin jêderan.
Elferhan amaje bi bizavên Sûriyan kir yên ko dozdarî li dijî van tawankaran li pêşberî dadweriya firensî hildane, daxwaz ji Sûriyên li Ewropa û Emerîka û hemû welatên ko dadwerî tê de serbixwe ye kir ko dozdariyan li dijî Esed û teroristiya rêjîma wî hildin, tako nema karibin tev bilivin û dorpêç bibin û ji bo dadgeheke dad bêne dadgehkirin.
Berê dadweriya firensî di giliyekê de li dijî rêjîma Esed sala 2016an vekolîn kiribû, daxwaza diyarkirina çarenivîsa Mazin Debax û kurê wî dike, ko ji sala 2013an ve hatine girtin.
Vekolîna dadweriya firensî li gora belgehên ‘’ Qeyser ‘’ û wêneyên bi hezaran Sûrî yên ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin, yên pal dan ser wêneyên ku Qeyser sala 2013ê bi xwe re derxistibûn.
Elî Memlûk berê hatiye tawanbarkirin bi hewildana teqînên Libnanê yên sala 2015an, yên ko bi kêşeya Mîşal Semaha hatine naskirin, Memlûk gelek cihên karmendiyê yên ewlehî û parastinê girtine, ji ewlehiya dewletê û heta istixbaratan û ew zilamê Beşar yê pêbawer e û yê herî nêzîkî wî ye, û nûnerê wî yê taybet e di danûstandinên nihênî û yên nayêne eşkerekirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî