Balyozxaneya Sûriyê li Qeter bi hevkariya Toreya Sûriyê ya mafên mirovan pêşengeheke taybet derbarê roja cîhanî ya veşartina kotekî li Dewha paytexta Qeterê rêkxistin kir, çend balyoz û diblomasî û nûnerên rêkxistinên mafnasiyê û yên sivîl amade bûne.
Pêşingeh li jêr navê ‘’Girtiyên Sûrî li jêr serjêvekerê azad in‘’, têde 41 wêneyên danasîna kesayetiyên şoreşa Sûriyê û tabloyin diyarkirina şêweyên êşkenceya ko li hindirê girtîgehên rêjîmê dibe diyar kirin.
Toreya Sûriyê raportek belav kir nav lê kir “tuneleke bêdawî” têde hejmara veşartiyên kotekî li Sûriyê û qurbaniyên veşartina kotekî li zindanên Esed ko tê texmînkirin hejmara wan 13608 kes hene dan xuyakirin.
Toreyê bal kişand ser ko rêjîma Esed berpirs e di ber girtina 85,9% ji girtin û veşartina kotekî, û tekez kir ko zarok û jin jî di nav wan de hene, û got ku eger ne ji piştgiriya Rûsya û Îranê ba wê rêjîma Esed nikarîba di veşartina 100 000 sivîlî de biser ketiba.
Destnîşan kir ko rêjîmê dosya girtiyên veşartina kotekî guhertiye û tenê bi kuştina 836 kesan mikur hatiye, û ew di nav lîsteya Miriyan de tomar kirine, bê ko kelaxên wan radestî mirovên wan bikin.
Toreyê tekez kir ko tawankariya veşartina kotekî hêj bi şêweyekî rêbazkirî berdewam e, û got heta ku mirina van kesan tekez nebe, ew hêj wek veşartiyên kotekî tên dîtin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko vekolînê di dosya girtiyan de bikin, ko ew giringtirîn û aloztirîn dosya ye, û tekez kir ko giring e vekolîn bibe bo yên mayî rizgar bibin, û yên tawankarî kirine bêne sizakirin, çimkî ew tawankariyên cengê ne, û divê pêşberî dadgeha tawankariyên navdewletî bibin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî