Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê civîna xwe ya xula 42emîn li Stenbolê ji 10 heta 11 mijdara 2018 lidar xist, û têde raportên hatin pêşkêşkirin ji aliyê Serokê Hevbendiyê, birêz Abdul-Rehman Mistafa, û serokê desteya danûstandinên Sûriyê, Dr. Nesr Herîrî, û Desteya siyasî û Sekreteriya giştî û ofîsên Hevbendiyê yên cuda hatin gotûbêjkirin, û biryarên pêwîst hatin standin, û herwiha raportên hatibûn şandin ji aliyê serokê hikûmeta demkî, Dr. Cewad Abu Heteb, û serokê yekîneya kordînasyonê hatin gengeşekirin, û beşdarên civînê dakokî li ser giringiya bilindkirina asta xizmetgozariyan li hindur ji bo welatiyan kir, tevlî gengeşekirina mîkanizmên kar û hemahengiyê di navbera saziyên şoreş û opozisyonê de li deverên ne li jêr kontrola rejîmê.
Hevbendiyê kiryarên hêzên rejîmê yên di çar rojên borî de û binpêkirina peymana agirbestê şermezar kirin, ku li Soçiyê li 17/09/2018 di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatibû, û bi riya wê şer li Idlib û li derdora wê hat rawestandin, herwiha daxwaz ji hemû aliyan kir ji bo bi temamî bi pêkanîna bendên wê pabend bibin, û bi taybetî yên derbarê binpêkirin û kiryarên rojane yên hêzên rejîmê û hevalbendên wê.
Herwiha çend mijarên din yên giring hatin gotûbêjkirin, di nav wan de doza kesên binçavkirî, nemaze xuya dibe ku karvedana navnetewî ligel pêşvebirina vî fayilî wek tê xwestin nabe, û Hevbendiyê di debarê vê de biryar da ji bo pirkirina bizavên xwe ji bo bihêzkirina hevahengiyê ligel saziyên şoreşê yên cuda û rêxistinên civaka sivîl, ji bo berdewamiya têkiliyan ligel welatên dost, bi taybetî ligel Komara Tirkiyê ji ber têkiliyên giring wê ligel giropa Astana, û daxwaz kir ku bêhtir giringiyê bide vê mijarê di hevdîtinên paşerojê yên di navbera girûpa Astana de, ku bi giranî cext bête kirin li ser pêdiviya pêkanîna fişaran ji bo rawestandina cêbicêkirina fermanên darvekirinê yên li dijî girtiyan û sivîlên bêguneh û pirkirina têkiliyan bi rêxistinên navnetewî yên pêwendîdar re, û li destpêkê ligel Netewên Yekbûyî.
Ji aliyê beşdaran bi bilindî kar û keda rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan û yasanasan hate nirxandin û piştrast kirin li ser xebata wan ya ji bo dûvçûna fayilê lêpirsîn û edaletê, û serkeftina wan di pêşkêşkirina dozên kesayetî yên kesukarên qurbaniyên tawanên rejîm de, yên ji aliyê dozgeriyê hatin pesendkirin, û dozên gunehbariyê li dijî tawanbaran û kesayetiyên rejîmê yên beşdar di pêkanîn û derxistina fermanan de bi fermî ji bo dadgehên Ewropî hatin bilindkirin, tevlî hewldanên Hevbendiyê bi çend welatan re ji bo damezrandina mekanîzma lêpirsîneke serbixe bi riya navneteweyî di rêya Civîna Giştî ya Netewên Yekbûyî re.
Hevbendiyê pêşhatên pêvajoya siyasî di rûniştineke taybet de gotûbêj kirin, tevlî pêşketinên avakirina komîteya Destûra Bingehîn û astengiyên berdewam ên rejîmê û hevalbendên wê yên têxin li pêşiya damezirandina wê, û viyana wan ji bo pêşgirtina li rola Netewên Yekbûyî di vê mijarê de, ku ji aliyê beşdaran ve giringiya damezrandina komîteya makezagonê û prosesa siyasî li Cinêv hat piştrastkirin, ya bi piştevanîya Netewên Yekbûyî dewam kir, wekî take lêveger ji bo Komîteya Destûrî.
Dîsa beşdaran tekezî li ser giringiya aktîvkirina têkiliyan ligel hemû aliyê herêmî û navnetewî kir û ji bo pabendbûna bi cêbicêkirina biryara 2254 ya konseya Ewlekariyê û daxuyaniya Cinêv ya li (3/ 06 /2012) bi hemû birgên wê bê kêmkirin û wek hatiye.
Dr. Nesr Herîrî, pêdaçûneke berfireh li ser pêşhatên dawî yên li pêvajoya siyasî, û serdana xwe ya dawiyê li Moskow, û hevdîtina Wezîrê Derve Sergei Lazarov pêşkêş kir, û behsa xalên di wan kombûnan de kir, û di nav wan de paşaroja pêvajoya siyasî û giringiya destpêkirina karê Komîsyona Makezagonê, tevlî rewşa Idlib piştî îmzekirina peymanê, ya dever ji operasyonek leşkerî parast, û Harirî behsa karên sereke yên desteya danûstandinê kir û gavên amadekariyên wê ji bo qonaxa bihêt.
Herwiha bi giranî rewşa kampa El-Rikban di civînê de hat gotûbêjkirin û biryar hat standin ji bo berdewamkirina têkiliyê bi aktorên navnetewî re ji bo kêmkirina êş û azarên penaberan û dîtina çareseriyeke guncayî.
Sebaret rewşa meydanî, beşdaran guh dan raportên meydanî yên li ser gazinên xelkê Reqayê û binpêkirinên lê dibin, û bi taybetî kuştina Şêx Beşîr Fêsel El-Huwêdî.
Hevbendiyê binpêkirinên li Efrînê û deverên din yên rizgarkirî şopandin, û rêkeftin li ser pêkanîna têkiliyên pêwîst bi aktorên li ser erdê re ji bo standina biryarên pêwîst kirin.
Desteya Giştî, supasiya welatên ku dest bi qebûlkirina pasportên Sûrî yên bi dawîbûyî û dana rê bo hatinûçûna bê sînor, û hêvî xwest ku welatên din jî çav li wan bikin ji bo rê li rejîma Esed bigirin ji bo nehêlanina bikaranîna vê yekê di xistina fişarên darayî û siyasî li ser xelkê Sûriyê.
Nemirî ji bo şehîdan û saxî ji birîndaran û azadî ji girtiyan re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Desteya Giştî
12 mijdar 2018