Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê spasiyên xwe pêşkêş kir bo çi dewleta ko mercê nûkirina pasportan ji ser gelê Sûrî hilaniye, û çûn û hatina wan bi pasportên dema wan bûriye hêsan kirine.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de evro duşembê got, desteya giştî ya Hevbendiyê ‘’ Spasiya dewletên dest bi pejirandina pasportên Sûrî yên kêrhatîbûna wan bidawî hatiye û êdî ew dikarin li gora wan biçin û bên bêyî çi astengiyan kir. ‘’
Hevbendiya Niştimanî daxwaz “ji dewletên din jî kir ko heman pêngavê bavêjin bo rê li ber rêjîma Esed bigrin da nema karibe vê rewşê bike delîve ji bo fişarên darayî û siyasî bide ser Sûriyan.‘’
Tê zanîn ku desthilara Elmanî biryarek derxist ko pê Sûriyên penaber ji derxistina kaxezên ji konsolxaneya rijêmê awarte bike, eger ew çûn wan yan mirovên wan têxe ber metirsiyê.
Serokê birêveberiya ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan di nameyekê de ko ji serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdigan re şandiye, jê daxwaz kiriye ko biryarekê mîna vê bide ko xelkên Sûriyê ji fişarên rêjîmê biparêze.
Remedan got: “Em hêviyê ji rêzdariya we dikin ko hûn xelkên Sûriyê yên ko li Tirkiyê dijîn, hewcedariya wan bi nûkirina pasportan an sardana qunsilxaneya rêjîmê nemîne, û kimlika penaberan an pasporta ko bidawî hatiye bipejirînin. ‘’
Û got: ‘’ 3.5 milyon kesên Sûrî tûşî keysbazî û riswakirinê dibin di riya çeteyên girêdayî bi rêjîmê ve, û ew bendek li ser vê mijarê dijîn‘’
Remedan diyar kir ko rêjîm ji her kesekî Sûrî yê ko dixwaze pasporta xwe nû bike navbera 800-1200 dolaran distîne, beraber belgehekê ku tenê têra dema du salan dike, û ev kar dihêle nêzî 3 milyar dolar ji dewletekê bi tenê derbasî sindoqa dewleta Sûrî dike.
Remedan nameya xwe bidawî kir û got: ‘’ Divê rewşa delîvegirtinê û bikaranîna van pereyan ji piştgiriya rêjîma dictator re bidawî bibe.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî