Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Taxên nişteciyan li bajarokê Cercinaz yê li rojhilatê bajarê Idlibê ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên wê hatin armanckirin û hin çavkaniyan piştrast kir ku dibistana Elxensa bi mûşekên giran di dema derketina xwendevanên wê hat topbarankirin, û bû sedema ketina hejmarek şehîd û birîndaran, piraniya wan jin û zarok in.
Ev komkujî ne cara pêşî ye ku rejîmê têde hemû rêkeftin û agirbestan binpê dike, û rojek derbas nabe bêyî ku bajar û gund û bajarokên li nav peymanên agirbestê bi top û çekên giran bên bombebarankirin , ku berdewam dibin sedema şehîd û burîndarbûna welatiyên sivîl.
Hevdem ku li vê dema dawiyê taxên nişteciyan li bajarokên El-Lataminah û Eltmanah û Kfarahmrha bi heman şêweyî hatin topbarankirin.
Nabe aliyên navdewletî bi berdewamî çavên xwe ji kiryarên rejîmê bigirin, nemaze ku rejîm hertimî amade ye ji bo bikaranîna her helkeftekê ku bikaribe agirbestan binpê bike û zincîra tawankariya xwe berdewam bike.
Rejîm û milîsên Îranê dixebitin ji bo têkbirina peymana Idlib û pêkanîna komkujiyan û peydakirina bihaneyan ji bo jikarxistina çareseriya siyasî, û ev bend û palpiştên wê dê berdewam rabin bi yariya guhertina riya çareseriyê çi dema fersend bo wan peyda bibin.
Divê civaka navnetewî û aktorên navnetewî yên giringiyê didin çareseriya siyasî vê yekê bizanibin û li gor wê kar bikin, bi taybetî tiştên pêwîst ji bo parastina jiyana welatiyên sivîl û ji bo rawestandina tawanên şer û bizavên bilez ji bo cîbicîkirina biryarên navnetewî yên derbarê Sûriyê, û di serî de biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û Ragihandinê
24 mijdar 2018