Bi amadebûna şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya Ebdilrehman Mistefa, û bi beşdarbûna dora hezar kesayetiyan ji nûnerên nêzî 150 hoz û êlên Sûrî, evro înê li bajarokê Sico yê nêzîkî bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, kongirê giştî yê hoz û êlên Sûrî lidar ket.
Silogana kongir “Dest bidin hev tako em Sûriyê ji rêjîma Esed û rêkxistinên tirorist rizgar bikin, û aştî û aramiya milî pêk bînin, û yekîtiya xak û miletê Sûriyê misoger bikin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ‘’Kurên hoz û êlên Sûrî rastiya hebûna niha ya şoreşa Sûriyê ne’’, û di gotina xwe de li ser rola giring û ya erênî ya hoz û êlên Sûrî di dîroka Sûrî de, û çawa tevna civaka Sûrî parastine axivî.
Û got: ‘’ em vê pêngavê pîroz dikin, û hêvî dikin ko ev bihêle bizava karê hevbeş û yê yekrêziyê berdewam bimîne‘’, û tekezî li ser rola wan di parastina yekîtiya xak miletê Sûriyê kir.
Bal kişand ser ko eger ne ji rola hoz û êlên Sûriyê ba; serkeftina dijî Daişê pêk nedihat. û bêtir got: ‘’ we digel berên din yên miletê Sûrî, rêkxistin û milîtanên din eşkere kirin, yên ko dixwestin amancên xwe yên lidijî amancên miletê Sûrî misoger bikin, ew rêkxistinên li jêr ferman û rêberiya rêjêma Esed kar dikirin, û gef bûn li ser yekîtiya Sûriyê.‘’
Û berdewam kir: ‘’em çi çareseriyê napejirînin eger daxwazên miletê Sûrî di azadî û dadwerî û rûmetê misoger neke. Em her li ser yakîtiya xak û miletê Sûriyê sûr in, ew bingeha ko Sûriyan razî bike, û em berdewam kar ji bo avakirina rêjîmeke nû ya dîmuqratî bikin, têde rêz li mirov û azadî û rûmeta mirov bê girtin. ‘’
Gotin bi tekezkirina li ser rola şoreşa Sûrî û hemû dezgehên wê bo berdewamkirina rizgakirina Sûriyê ji zordestiyê bidawî kir, û spasiya rola Tirkiyê kir ko tiroristiyê têk dibe, û herêmê ji komên tirorist rizgar dike, û piştgiriya xelkên Sûriyê û koçberên kotekî û yên ji bermîlên rêjîmê û hevalbendên wan reviyane dike.
Di daxuyaniya dûmahiyê de şêxên hoz û êlên Sûriyê tekezî li ser pirinsîbên şoreşa Sûriyê bo azadî û rûmetê kir, bo rûxandina rêjîma Esed bi hemû simbolên wê, û şandina berpirsiyaran ber bi dadgeheke dadwer , û her weha tekezî li ser derkirina hemû hêzên tirorist û milîtanên mezhebperest û hêzên biyanî yên dijberî miletê Sûrî kir.
Û li ser vegera rola hoz û êlên Sûrî ya dîrokî tekez kirin, ko herdem rêjîmê û milîtanên wê dixwestin wê rolê lawaz bikin, û wan ji mijara siyasî û karûbarê giştî û rola wan ya şaristanî dûr bikin.
Nûnerên hoz û êlên Sûrî berê zincîreke civîn lidar xistibûn, û komîteke amadekariyê ji endamên hemû hoz û êlan damezirandine, û gihan encama ko vî kongirî li herêmên rizgarkirî li Sûriyê lidar bixin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî