Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, tekez kir ko vegerandina peywendiyan digel rêjîma Esed dê di berjewendiya rêjîmê û hevalbendên wê de be, û bi taybetî Îran, û bal kişand ser paşketina rola erebî di piştgiriya maf û daxwazên miletê Sûrî de, û siyaseta hin dewletên erebî hişt ko Îranê bêtir têwerdana herêmê bike, nuha bi behaneya ko dixwazin rola wê têk bibin, dixwazin peywendiyan digel rêjîma Esed deynin.
Mûsa di daxuyaniyên xwe yên nû de got: ‘’Me hêvî dikir ko dewletên erebî berdewam li rex miletê Sûrî rawestin, ji kêmayî ji hêla sincî û mirovî ve, ew sedemên ku ji bo wan komkara erebî sala 2011ê endametiya rêjîmê da rawestandin, û balyozên xwe ji Şamê vekişandin. ‘’
Û got ku operasiyonên kuştin û êşkencedanê û girtinê û binpêkirinan bi hemû cûreyên xwe ve hêj hene, û Esed kirdeyên xwe hîç neguhertine, û berdewam kir û got: ‘’rêkxistinên mafên mirovan li ser vegera dezgehên ewlehiya rêjîmê wek berê diaxivin, li herêmên ko lihevhatinên kotekî pêk anîne, hem jî raportên dema dawî li ser operasiyonên kuştina girtiyan di zindanên Esed de axivîne. ‘’
Û got: ‘’Bi rastî em dilsar bûn dema me xwe avêt biraderên xwe yên Ereb, ko ziman, çand, ol û dîroka me yek e, me helwesteke din ji wan guman dikir, em nuha dibînin ko hin ji wan ber bi rêjîmê ve dibezin, bo peywendiyên diblomasî digel vegerînin, bi behaneya piştgiriya miletê Sûrî, ko heman rêjîmê bêtir ji nîvê milet koçber kiriye, û nêzîk milyonek mirov kuştiye, û tev de dizanin evên ko hatine koçberkirin cih nîn e ko lê vegerin, eger rêjîma Esed bimîne. ‘’
Mûsa got: ‘’Vegerandina peywendiyan di navbera vê rêjîmê û çi dewletê tenê xizmetek e ji bo rêjîmê û hevalbendên wê, û rê li ber têwerdana Îranê nagire, berevajî; dê rêyek be bo piştgiriya Îranê jê re, hem jî dê rewatiyê bide desthilata Esed tev ko miletê Sûrî wê red dike.‘’
Destnîşan kir ko tiştê çêbû: ‘’Paşvegera salên bûrî diyar dike ya ko hişt rêjîm û milîtanên Îranî di xaka Sûriyê de bipêş ve herin. ‘’
Berdewam kir û got: ‘’ Em gihan qonaxa ko Rûsya û Îranê dabînkerên danûstandinan bin, bi sedema ko civaka navdewletî û dewletên erebî bi taybetî, dest ji miletê Sûrî berdan, û van siyasetan hişt ko çi pêşkeftin di pirosêsa siyasî ya Cinêvê de çênebe, û nuha ev pêngav dê piştgiriyê bidine rêjîmê, û hevalbenbdên wê ko êdî di danûstandinên siyasî de beşdar nebin.‘’
Her weha opozisyona Sûrî tekez dike ko ewê berdewam be bo berevaniya daxwazên miletê Sûrî, tako azadî û rûmetê bidest bixe, û bal kişand ser ko çareserî li Sûriyê ‘’ siyasî ye, li gora biryarên navdewletî yên Encûmena ewlehiyê derbarê Sûriyê, û ya pêşî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 .‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî