Ji aliyê rejîma Esad 3601 bermîlên teqîner di heyama sala 2018 de hatin avêtin, bi piranî li ser Xûta rojhilat li gundewarê Şamê ne, ya rastî oparesyoneke leşkerî ya dijwar li heyva sibata borî hat, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev amar hejmara tawanên hovane yên hatine pêkanîn ji aliyê rejîmê di dema oparesyonên leşkerî de piştrast dikin.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan duhî duşemê di raporta xwe ya salane de hejmara tevaya bermîlên teqîner yên ji aliyê rejîmê li dijî welatiyên sivîl hatine bikaranîn bi nêzî 70 hezar bermîlan texmîn kiriye, û bal kişandiye ku bermîlên teqîner yekemîn car li dijî bajarê “Da’il” li bakurê parêzgeha De’rayê di18’ê Tîrmeha 2012 de hatine bikaranîn, û di wê demê de pênc kesên sivîl hatibûn kuştin û 8 din birîndar bibûn.
Torê diyar kiriye ku ji aliyê rejîma Esad herî kêm 26 577 hezar bermîlên teqîner li navçeyên di dest opozisyona Sûrîyê de hatine avêtin, her ji dema destêwerdana Rûsyayê ve ji 30’ê meha îlona 2015 û heta derxistina vê raportê, û rojane bi rêjeya 23 bermîlan di heyama sê salên borî de.
Bermîlên teqîner li gor nerîna navnetewî ji çekên qedexekirî tên dîtin, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku ew wek “Binpêkirin” ji biryara Konseya Ewlekariyê ya NY 2139 ya li 22’ê sibata 2014 derketîye re ye, ku têde bikaranîna bermîlên teqîner şermezar dike, ji ber ku ew wek çekên bêserûber tên nasîn, û bi awayekî berfireh ji aliyê rejîmê têne bikaranîn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev belge civaka navnetewî têxe li hember berpirsyariya wê, ji bo sizakirina rejîma Esed li ser tawanên li dijî welatiyên sivîl li deverên ku çend sal in ne dibin kontrola wê de ne.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku topbaranana ji koranî ve dikevin ser tawanên din wekî koçberkirina bi zorê û guhertina demografîk, ya bi giranî li gundewarên Şamê, Humsê, Der’ayê û deverên din hatine bikaranîn, û tevlî tawanên birçîkirin û operasyonên dorpêçkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê