Berêz Abdulahed Stêfo, berpirsê ofîsa têkeliyên derve ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, xweşhaliya xwe diyar kir bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ya duhî, roja pêncşemê 10 çilê paşî, li Zanîngeha Amerîkî li Qahîre da. Di wê gotra derbarê pêwîstiya rûbirûbûna ajendeyên rejîma Îranê, û kêmkirina şerxwaziya wê li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybetî, bi rêya derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê, yên ligel hêzên rejîmê di kuştina welatiyên sivîl de beşdar bûn.
Stêfo pirsyar kir derbarê mekanîzmayên pratîk yên hikûmeta Amerîka, ji bo cêbicêkirina siyaseta xwe ya ligel hevkarên xwe yên navdewletî ji bo derxistina Îranê û hêzên wê yên kirêgirtî ji Sûriyê, û di vê çarçoveyê de bal kişand ku hemû hêz û derfetên di destê şoreşa Sûriyê de bûn, yên ku ji bo derxistina Îranê û kêmkirina destdanîna wê li ser xaka Sûriyê dihatin bikaranîn hatin dorpêçkirin û paşguhxistin.
Stêfo bal kişand ku derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê pêgaveke giring e, ji bo derxistina lîstikvanên herî piştgir ji hêzên rejîma Beşar Esed re di rijandina xwîna Sûriyan de, û tekez kir ku ev yek bi tenê dibe bi rêya ku hevpeymaniya navnetewî ya bi serkêşiya Amarîka, da bi rola xwe li dijî terorê bi hemî terzên wê rabe, û piştgiriya şoreşa xwecihî ya ji bo rûbirûbûna hejmongeriya Îranê, û berdewamiya fişarên navnetewî ji bo piştgiriya xwepêşandanên sivîlan û zêdekirina sizayan û dorpêça siyasî li ser rejîma melayan.
Tê zanîn ku Wezîrê derve Pompeo ragihandibû ku welatê wî dê berdewam bixebite ligel hevkarên xwe ji bo derxistina dumahîk serbazê Îranê ji Sûriyê, û kar bike li ser pêvajoya siyasî ya bi rêya Netewên Yekbûyî, û tekez kiribû ku Amerîka qet alîkarîyan nade ji bo avadankirina deverên Sûriyê yên dibin kontrola Esed de, heta Îranê çeteyên xwe venekişîne, û heta ku civaka navnetewî bi gavên bêveger biçe ber bi çareseriya siyasî.
Pompeo gotibû ku ew ligel hevpeymanên xwe gihiştine têgihiştineke hevbeş li ser pêwîstiya rûbirûbûna li hemberî hejmongeriya Îranê û kiryarên wê li dijî Rojhilata Navîn û Cîhanê, û hişyarî dabû ku ewlehî û aramî û seqamgeriya aborî û mafên miletan misoger nabin li Rojhilata Navîn, eger rejîma Îranê di siyaseta xwe ya niha de berdewam bimîne.
Li demeke pêştir, Opozisyona Îranî di raporteke berfireh de navên lîderên herî sereke yên milîsên rejîma melayan, yên beşdar di şeran de li gel milîsên mezhebî yên Esed bûne belav kiribû, û gotibû ku xwîna xelkê Sûriyê li ser destê van milîsan hatiye rêtin, û rejîma Îranê bi yek ji lîstikvanê herî mezin di şerê li dijî şoreşa sûrî de binav kiribû.
Û serokê ofîsa peywendiyên derve daxwaza derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê li Washington kir, û daxwaza zêdekirina bizavên wê yên dîplomatîk kir ji bo peydakirina çareseriya siyasî “ligorî biryarên navnetewî yên hatine standin ji alîyê Konseya Ewlekariyê derbarê Sûriyê, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevê û biryara 2254”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê