Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulrehman Mustefa, daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên kartêker di dosya Sûriyê de kir, ku binpêkirinên rijêma Esed û Rûsya yên dijî Idlibê rawestînin, û dît ku hîn Rûsiya pabendiya bi rêkeftinan red dike, û dixwaze rijêmê li cihê wê bihêle.
Û Mustefa hişyarî ji encamên xerab ên vî şerî li ser tevaya cîhanê da, dema ku çi hewildana destêwerdanê ji aliyê rijêmê û hevalbendên wê ve bê kirin, her weha hişyarî da ji “ bobelata mirovî ji encama armanckirina sivîlan, û heye ku pêlên penberiyek nû ber bi Oraopa de dest pê bikin”.
Û tekez kir ku “bijardeya leşkerî ya Rûsya neguhêr e”, û amaje kir ku ev berpirsyariyek mezintir datîne ser milê dewletên kartêker ji bo parastina lihevkirina kêmkirina şer, ji ber ku ew tenê ji rêketinê maye.
Û serokê hevbendiyê ew rewşa zêdekirina şer bi “ metirsîdar ” salix da, û bal kişand ku ew şer dijî zarok û jinan û jêrxanê û nexweşxaneyan dibe, û tekez kir ku ew heman siyaseta mosko ye ji sala 2015an de, ku her dem xelkên sivîl ên alîgirên şoreşê armanc dike, û ev kar li Heleb û Deraa û gelek deverên din jî kiriye.
Herweha tekez kir ku istratîciya xaka şewitandî ya rijêmê û Rûsya û Îran li Idlibê nehatiye guhertin, û bû sedema derbiderbûna hejmarek mezin ji sivîlan ber bi deverên hêmintir de.
Û derbarê sedemên van binpêkirinan, Mistefa amaje kir ku “ Rûsya pabendî bi ti rêkeftinê nekiriye, û armanca wan a leşkerî tenê maye hiştina rêjêmê”.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî kar bi hevrêzkariya bi Turkiyê re dike, ji bo rawestandina kirîza Idlibê, ji ber ew ji dewletên dabînkar e ji rêkeftina Idlibê re, û xalên wê yên çavdêriyê li deverê hene, û diyar kir ku ew xal ne tenê ji bo çavdêriyê ne , lê ew hêzeke mertalê ne ji bo astengkirina çi pêşketina ber bi Idlibê de.
Û dît ku armanckirina rêjêmê ji xalên Turkiyê re ji bo pêkanîna fişaran li ser Turkiyê ye, da sûdê di riyin din de wergire, ji ber ew dewletek kartêker e û danûstandinê bi tevaya aliyên aktîv re dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî