Duhî sêşembê serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî digel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo li Enqere paytexta Tirkiyê civiya, û digel gurkirina leşkerî ya li ser Idlibê ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê gengeşe kir.
Elherîrî diyar kir ko wî ligel wezîrê derve binpêkirinên rêjîmê ji agirbestê re gotûbêj kirin, hem bizavên ji bo agirbestê dibin, û tekez kir ku giring e sivîl bêne parastin û peymana Idlibê cîbicî bibe û alîkariyên mirovî derbas bibin.
Elherîrî bal kişand ser ko wî guhdaneke diyar ji hêla Tirkiyê ve bi rewşa Idlibê dît, û diyar kir ko rêjîm û Rûsya tiroristiyê wek behane dibînin bo sivîlan û jêrxan û nexweşxane û dibistanan amanc bikin.
Elherîrî di hevdîtinê de got ‘’hevrikiya Sûriyê digel şerê hemû coreyên tiroristiyê ye ji wan jî tiroristiya milîtanên Îranî’’, lê nabe behaneya terorê bihêle miletê Sûrî riswa bibe an herêm bi zora çekan têkeve destê rêjîmê, û dibîne ko ev mijar dijî biryarên navnetewî û peymana Idlibê ne.
Her weha got ku nêzîk bûye ko komîta destûrî bête damezirandin, û Elherîrî got ku “guhdaneke hevbeş” pê heye, û dibîne ko ew dergehê çareseriya siyasî ya giştî û dadwerî ye, li gora biryara 2254ê.
Wezîrê derve yê Tirkiyê li Tiwîter got ku êrîşên rêjîma Esed li Idlibê binpêkirineke aşkere ye ji belgeha agirbestê re, û tekez kir ko li ser komîta amadekirina destûrê hatiye lihevkirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî